Tevgera Demokrasiyê ya Iraqê ku ji aliyê partî û komên Ereb ve hat avakirin, li paytexta Swêd Stockholmê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî gelên Ereb, Kurd, Asûrî û Suryanî yên li Iraq û Sûriyeyê şermezar kir.
ANF
STOCKHOLM
pêncşem, 11 pûşperê 2015, 08:11
Tevgera Demokrasiyê ya Iraqê ku ji aliyê partî û komên Ereb ve hat avakirin, li paytexta Swêd Stockholmê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî gelên Ereb, Kurd, Asûrî û Suryanî yên li Iraq û Sûriyeyê şermezar kir.
Çalakî li Qada Sergel pêk hat û nûnerên partiyên siyasî yên Iraqê û rêxistinên girseyî axivîn. Di axaftinan de hat diyar kirin ku çeteyên DAIŞ’ê, Şîa, Elewî, Tirkmen, Kakaî û Êzidiyên ku hevkariya wan re red dikin, hedef digirin, jinan dike kole û yên dîl digirin jî serê wan jê dikin, serî li rêbazên dermirovahiyê didin.
Di axaftinan de hat destnîşankirin ku çeteyên DAIŞ’ê ne tenê li gelên Iraq û Sûriyeyê gefê li hemû gelên cîhanê dixwin. Her wiha bang li welatên herêmî hat kirin ku desteka ji bo DAIŞ’e bibirin û bang li welatên Ewropayê hat kirin ku pêşî li welatiyên xwe bigirin ku beşdarî DAIŞ’ê nebin.
Serokê Konseya Aştiyê ya Swêdê Kemal Gorgu jî axivî û diyar kir ku gelê Kurd çeteyê DAIŞ’ê têk biriye û piştî vê çeteyan berê xwe dane gelê Asuî-Suryanî. Her wiha Erebîstana Siûdî, Qatar û Tirkiye yên piştgiriya lojîstîk didin DAIŞ'ê, hatin rexnekirin.
Çalakgeran namyetek ji serokê parlamentoya Ewropayê Martîn Schulz re şandin û xwestin ku ji bo pêşî girtina li êrîşên çeteyên DAIŞ’ê, bikevin nava hewldanan.