Li Stockholm, Saarbrukcen û Mannheîmê tecrîd hate protestokirin

Li Stockholm, Saarbrukcen û Mannheîmê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

Çalakiya konvedanê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan ku roja Sêşemê destpêkirîbû, Kurdistaniyan bi çalakiyekê bi dawî kirin.

Çalakî 4 roj an domkir û bi hezaran belavokên têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û teşhîrkirina faşîzma AKP-MHP’ê hatin belavkirin.

Kurdistanî, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bi serdanan kon piştgirî dan çalakgeran.

Çalakî seat 18:00’an hate lidarxistin, li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinên Kurd a Amarayê ku pêşengitiya çalakiyê dikin axaftin hatin kirin. Di axaftinan de daxwaza demildest rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevdîtina bi malbat û parêzeran re hate kirin.

CPT ev 2 sal e serdana Ocalan ne kiriye û ev helwesta CPT hate rexnekirin. Bang li Yekîtiya Ewropa û hikûmeta Swêde hate kirin ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan bikevin nava helwdanan.

Di çalakiyê de Ciwanên Azad û Jinên Ciwanên Azad daxuyaniyeke nivîskî dan û ji ciwanên Kurd ên li Swêdê dijîn daxwaz hate kirin ku têkoşîna ji bo azadiya Ocalan tê dayîn geştir bikin û dakevin qadan.

MANNHEÎM

Li bajarê Mannehîm ê Elmanyayê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyekê hate protesto kirin. Di çalakiyê de daxwaza azadiya Ocalan hate kirin û belavok hatin belavkirin.

Çalakî bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hate lidarixistin, Kurdistaniyên beşdarî çalakiyê bûyîn bi rêya çapemeniyê bang li hikûemta Tirk kirin.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

SAARBRUCKEN

Çalakiya konvedanê ya Kurdistaniyên li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê îro jî domkir. Kurdistanî li pêşiya Europa Galerî li hev civiyan û çalakiya xwe dewam kirin. Di çalakiyê de belavokên agahdarkirinê hatin belavkirin û têkildarî tecrîdê agahî hatin dayîn. Çalakî bi pêşengiya NCDK Saarbrucken hate lidarxsitin û Dexîl Îbrahîm li ser navê NCDK axivî. Dexîl peyama heta ku tecrîda li ser Ocalan ne rabe wê çalakî bidomin da.