Li Stenbolê bi sedan kes ji bo Ayten Beçet meşiyan

Piştî polîsan êrîşî girseya li ber Saziya Tiba Edlî ya li Yenîbosnayê ji bo cenazeyê Ayten Becetê sekinîbûn kir, bi sedan kes li Şîrînevlerê meşiyan.

Cenazeyê Ayten Becet ku li Girtîgeha Gebze ya Jinan ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto bike çalakiya fedayî kir, li Saziya Tiba Edlî ya Yenîbosnaya Stenbolê tê sekinandin. Piştî hat hînbûn cenaze anîne Stenbolê bi sedan kes çûn ber saziya tiba edlî. Lê belê polîsan êrîşî girseyê kir. Di dema mudaxileyê de gelek kes hatin derbkirin û 4 kes jî hatin destgîr kirin.

Piştî mudaxileyê girse ji ber saziya tiba edlî çû û li ber avahiya HDP'a Şîrînevlerê gihaştin hev û bi sedan kes meşiyan. Di dema meşê de dirûşmeya "Şehîd Namirin", "Bijî Berxwedana Zindanan" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.

Sibê wê li Qada Bakirkoy Pazar a Stenbolê Newroz were pîroz kirin, welatiyan diyar kirin ku wê di şexsê Ayten Beçet te Newrozê pîroz bikin û banga tevlîbûnê kirin.