Li Stenbolê bi dehan wesayît hatin şewitandin.
Li navçeyên Kagithane, Sûltangazî û Gazîosmanpaşa yên Stenbolê bi dehan wesayît ji aliyê Însiyatîfa Ciwanên Şoreşger ve hatin şewitandin.
Li navçeyên Kagithane, Sûltangazî û Gazîosmanpaşa yên Stenbolê bi dehan wesayît ji aliyê Însiyatîfa Ciwanên Şoreşger ve hatin şewitandin.
Li kolana Çaylayan Taşocagi ya Kagithaneyê 2 mînîbusên servîsê jî di nav de gelek wesayît hatin şewitandin.
Di heman demê de li kolana Gundogdû ya taxa Yildiztabya ya Gazîsomanpaşayê 8, li kolana 1264. a navçeya Sûltangaziyê jî 10 wesayît hatin şewitandin. Ji van wesayîtên hatin şewitandin zêdeyî 20 wesayît nema dikarin bên bikaranîn.
Hat ragihandin, wesayît ji aliyê 'Însiyatîfa Ciwanên Şoreşger' ve hatine şewitandin.