Li Şîncanê serdegirtina bixwîn: 21 mirî
Li Şîncanê serdegirtina bixwîn: 21 mirî
Li Şîncanê serdegirtina bixwîn: 21 mirî
Li herêma Şîncan ya Çînê di encama serdegirtina malan de pevçûnê rûda û 21 kes mirin.
Li gorî nûçeya di malpera fermî ya Herêma Xweser ya Uygur Şîncanê, li Kaşgarê bi hinceta ku çek hene polîsan di ser malan de girtin û pevçûnê rû da.
Di pevçûna ku duh nîvro piştî lêgerîna polîsan û dîl girtina polîsan destpê kir, di nav de 15 polîs û reyaderek jî di nav de 21 kes mirin, 8 jî hatin binçavkirin. Di înterneta fermî ya herêmê de ji bo 5 kesên hatine kuştin û 8 kesên hatine binçavkirin gotina ‘endamên çete’ hate bikaranîn.
Li Şîncana ku di navbera Uygur û Çîniyan de rageşî didome, di van salên dawî de pir nebe jî car carna pevçûn rû didin. Di pevçûnên sala 2009’an de rûdayîn zêdetirî 200 kes hatibûn kuştin.