Li Şêxmeqsûdê civîna Kurd û Ereban
Li Şêxmeqsûdê civîna Kurd û Ereban
Li Şêxmeqsûdê civîna Kurd û Ereban
Li taxa Şêxmeqsud Xerbî ya Helebê bi beşdariya welatiyên kurd û ereb civînek hate lidarxistin û pirsgirêkên taxê hatin nîqaşkirin.
Civîna ku ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ve hate organîzekirin li Mala Gel hate lidarxistin. Di civîna ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Xerîb Hiso axaftinek kir û bang li welatiyên koçber kir ku vegerin malên xwe.
Hiso, destnîşan kir ku rejîm dixwaze taxa Şêxmeqsud vala bike, her wiha di nava pêkhateyên taxê de aloziyan derxîne û wiha dom kir: “Rêjîma şovenîst ji 50 salî ve polîtîka cudabûna di navbera kurd, ereb, ermenî û asûriyan de dimeşîne. Lê ev gelên hanê bi hezaran salan e bi hevre dijîn.”
Hiso, anî ziman ku divê meclîsek ji hemû pêkhatiyên taxê bê avakirin û hem taxê biparêz e, hem jî pirsgirêkan çareser bike.