Ji ber salvegera Komkujiya Sêwasê bi deh hezaran mirov herikîn bajêr û mirovên jiyana xwe ji dest dan, bibîr anîn. Di mîtîngê de hat ragihandin ku polîtîkayên komkujiyê dewam dikin û hat destnîşankirin ku girîng e êşên hevpar civakê li hev bicivînin.
Bi deh hezaran mirovên ji bajarên cuda yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê herikîn Sêwasê, di salvegera 22. a roja qetilkirina 33 kesan bi awayekî hovane, li ber Weqfa Çanda Anatoliyê ya Haci B ektaşî Velî civiyan. Girseya gel ji vê derê ber bi Otela Madimakê ya komkujî lê hat kirin, meşiya.
Li refên herî pêş ên meşê malbatên xizmên xwe di komkujiyê de ji dest dan cih girtin. Li gel malbatan, dayika Ethem Sarisuluk ê di dema Berxwedana Gezî de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin Sayfî Sarisuluk jî amade bû.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Parlamenterên HDP'ê Alî Kenanoglû, Tûrgût Oker, Feleknas Ûca û Muslum Dogan, parlamenterên CHP'ê Şenal Sarihan û Sezgîn Tanrikûlû, nûnerên Federasyona Elewî Bektaşî, Weqfa Çanda Anatoliyê ya Haci Bektaşî Velî, rêxistinên Elewiyan, gelek partiyên siyasî û rêxistinên ked û demokrasiyê tevlî mîtînga bi pêşengiya Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal bûn.
'ZÎHNIYETÊ QETLÎEMKAR HÎNÊ DIJÎ!'
Bi dirûşmeyên hatin qîrîn û pankartên hatin vekirin de hat destnîşankirin ku komkujiyên Kobanê, Roboskî, Gezî û Sêwasê ji aliyê heman zîhniyetê ve hatine kirin û berpirsyarê vê jî dewlet e.
Piştî meşê girseya ji deh hezaran mirovan, li ber Otela Madimakê civiya. Mîna par îsal jî polîsan bend danîn ber otela komkujî lê hat kirin û bi tenê destûr da malbatên qurbaniyan û parlamenteran ji bo xwe bigihînin ber otelê. Malbatan diyar kirin ku ew dixwazin otel bibe "Muzeya Şermê" û wêneyên xizmên xwe û qurnefîlên sor danîn ber otelê.
Li ser navê komîteya amadekar Hîdayet Yildirim li vir peyivî û destnîşan kir ku zîhniyetê li Otela Madimakê komkujî kir, ev 22 sal in hînê dijî. Yildirim got, "Vî zîhniyetî duh li Sûriyeyê pîlotek şewitand, li Erzîromê ajokarê otobusa partiyeke siyasî şewitand. Têkoşîna me li dijî vî zîhniyetî ye."
'ÇETEYÊN TÊN DESTEKKIRINA KOMKUJIYÊN NÛ DIKIN'
Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Ganî Kaplan jî bibîr xist ku di 22 salên derbasbûyî de kujer hatine veşartin û bi vî rengî dem di ser dozê re hatiye bihurandin. Kaplan da xuyakirin ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya bi destê AKP'ê li Rojhilata Navîn tê meşandin, gihaştiye radexeyeke xetere û got, "Bi polîtîkayên mezhebî re çeteyên qetlîemkar ên tên destekkirin, her roj komkujiyên nû dikin."
Kaplan destnîşan kir ku heta Otela Madimakê bibe "Muzeya Şermê" ew ê têkoşîna xwe dewam bikin.
'EV ÊŞ DIVÊ DI TÊKOŞÎNÊ DE ME BIKIN YEK'
Li ser navê malbatan parêzerê doza Komkujiya Sêwasê Şenal Sarihan jî di axaftina xwe de got, "Ez nikarim ji we re behsa êşa malbatan bikim, ev ji min nayê. Lê belê ez dikarim ji we re qal bikim ku malbatan ev 22 sal in çawa xwe li êşa giran ragirtine. Dikarim ji we re behs bikim ku malbatan di her dozê, her rûniştinê de bi çi rengî helwesteke biryardar nîşan dan û têkoşînê venegeriyan."
Sarihan da xuyakirin ku divê li her deverê her tim li dijî sûcên li hemberî mirovahiyê têkoşîn were dayîn û got, "Ev 22 sal in çawa ku vê êşê em kiriye yek, divê ev êş têkoşîna me jî bike yek. Bang li we hemûyan dikim ku heta em vê otela li pişt me bikin 'Muzeya Şermê' em têkoşîna xwe dewam bikin."
Mîtîng piştî semahê bi beytan bi dawî bû. Li welatiyan, piştî mîtîngê li Mala Cem a Pîr Sûltan Abdal a li Taxa Alî Baba, lokma hat belavkirin.