Li Rûsyayê ‘tecrîd’ û ‘fermana 3’ê Tebaxê’ hate protestokirin

Kurdistaniyên li Rûsyayê dijîn Komkujiya Şengalê protesto kirin. Kurdan ji bo şikandina tecrîda li Îmralî bang kirin.

 Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê ya li herêma Krasnodar a Rûsyayê dijin Komkujiya Şengalê protesto kirin.

Alîkara Serokê Meclîsa Kurdên Adigeyê Xodeda Kyaloşav daxuyaniyê çapemeniyê xwend û got encax bi yekîtiyê em dikarin xwe ji dijmin biparêzin.

Kyaloşov xwest roja 3’ê Tebaxê weke roja jenosîdê ya li dijî Êzidiyan were naskirin û bang li NY,YE û saziyên din ên navneteweyî kir. ‘

ÊRÎŞ BI TECRÎDÊ VE GIRÊDAYÎ YE’

Kyaloşov got asîmîlasyon û qirkirinên dijî Kurdan bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û wiha got; “Azadiya gelê Kurd bi azadiya Ocalan dikare pêk were. Bi saya Ocalan gelê Kurd li cîhanê hate naskirin.” Kyaloşovl li dijî tecrîdê banga çalakiyan li gel û derdorên navneteweyî kir.