Li Rûsya û Elmanyayê şehîdên Qetlîama Şengalê hatin bibîranîn-NÛ BÛ

Li gelek herêmên Rûsyayê şehîdên Qetlîama Şengalê ya di 3’ê Tebaxa 2014’an de hatin bibîranîn. Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê jî ji bo bîranîna kesên hatine qetilkirin mûm hate pêxistin.

Li gelek herêmên Rûsyayê şehîdên Qetlîama Şengalê ya di 3’ê Tebaxa 2014’an de hatin bibîranîn.  Di salvegera 4’emîn a Qetlîama Şengalê de civînên bibîranînê hatin lidarxistin.

Li Moskovayê li Mala Kurda jî şehîdên Qetlîama Şengalê hate lidarxistin. Civîn bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê hate destpêkirin.

Di civînê de nûnerê KCK’ê yê Rûsyayê Ferman Garzan, endama KJK’ê Cûliyeta Aram, Hevseroka Otonomiya Kurdan a Rûsyayê Liyana Simoyan û nûnerê PYD’ê yê Rûsyayê Evdulselam Elî axivîn.

Axaftvanan diyar kirin ku armanca vê qetlîamê ev e ku Êzidîbûn were tunekirin lê hêzên Kurdan ên HPG, YPG û YBŞ’ê pêşiya vê qetlîamê girtin. Hate diyarkirin ku beriya rojekê PDK’ê hêzên xwe ji herêmê vekişand û gelê Şengalê bêparastin hiştine, ji ber vê jî tiliya hikumeta Başûrê Kurdistanê di vê qetlîamê de heye. Hate destnîşankirin ku ew ê hesabê vê qetlîamê were pirsîn.

Bal hate kişandin ku heke HPG bi hawara Şengalê nehata û ew ê ev qetlîam encamên xwe yên girantir hebûya. Hate diyarkirin ku li ser çarçoveya felsefeya Rêber Apo civaka Êzidî xwerêvebirin û xweparastina xwe bi pêş birin û êdî ew ê nehêlin ku qetlîameke din a wisa pêk were.

TAMBOV

Bîranîneke din li bajarê Tambovê yê Rûsyayê li Mala Kurda hate pêkanîn. Di civîna bibîranînê de endama KCK’ê Fatma Arîn diyar kir ku ji bo careke din qetlîameke bi vî rengî pêk neyê divê gelê Kurd û civaka Êzidî xwe bi rêxistin bikin û pergala xwe ya parastinê xurttir bikin.

ÇELYABÎNSK

Li bajarê Çelyabînsk ê Rûsyayê jî şehîdên qetlîama Şengalê hatin bibîranîn. Serokê Tevgera Êzidîxan a Çelyabînskê Sêvdînê Azad bi daxuyaniyekê qetlîama barbarên DAÎŞ’ê nalet kir û ji ber bêdengiya wan a li hemberî vê qetlîamê Neteweyên Yekbûyî û saziyên mafên mirovan şermezar kir. Di civînê de Feyatê Ûsiv diyar kir ku PDK’ê îxanet li civaka Êzidiyan kiriye û divê gelê Kurd hesabê vî tiştî bipirsin.

ELMANYA

Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Amarayê çalakiyeke bibîranînê hate lidarxistin. Çalakvan li Konstablerwache Zeîlê hatin ba hev û ji bo bibîranîna kesên ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane, mûm pêxistin û kûlîlk danîn.

Di çalakiyê de belavoka YJK-E’yê hate xwendin.