Li Rûsyayê delegasyona Êzîdxanê bi sefîrê Iraqê re rûnişt

Li Rûsyayê delegesyona Êzîdxanê bi wesîleya salvegera qirkirina Şengalê bi sefîrê Iraqê Haydar Mansûr Hadî re axivî.

Li paytexta Rûsyayê Moskowê  şandeyeke ku ji endama KJK’ê Culiyeta Aram, alîkarê Serokê Kongreya Êzîdiyên Rûsyayê Ando Reşoyan û endamê Kongreya Wazîr Kaşaxî bi wesîleya salvegera qirkirina Şengalê di Sefaretxaneya Iraqê bi Sefîr Haydar Manhûs Hadî re axivî.

Delagasyonê metirsiyên Kurdên Êzîdî yên têkildarî komkujiyê û encamên wê vegotin. Delagasyonê ji sefîr re gotin Şengal a ku parçeyek ji Iraqê ye divê bibe xwedî statûyeke xweser. Delgasyonê her wiha diyar kir tenê bi xwerêveberiyê û xweparastinê dikarin xwe ji çeteyên DAÎŞ’ê biparêzin.

Her wiha hate xwestin ku endamên Êzîdiyan ên li parlamentoya Iraqê werin zêdekirin û li dijî dagirkeriya  Tirk a li ser Iraqê helwestê nîşan bidin. Delagasyonê xwest ji bo ku Êzîdî karibin serdana mekanên pîoz ên Êzîdiyan Laleş û Şengalê bikin, alîkarî ji sefîr xwestin.

Sefîr Haydar Mansûr Hadî jî got Êzîdî parçeyekî girîng ê civaka Iraqê ne û ji bo ku werin parastin û bi pêş ve biçin hikûmeta navendî ya Iraqê di nav hewldanan de ye. Sefîr her wiha got alîkariyên ku rêxistinên navnetewî dikin, hikûmeta Iraqê vê alîkariyê ji bo kêmarên etnîk û dînî bi kar tîne û pêşaniyê jî didin Êzîdiyan.

Mansûr got ew ê daxwazên delagasyonê bigihîne Bexdayê û derbarê Şengalê jî civaka Êzîdî agahdar bike.