Li Rûsyayê ciwan ji bo Efrînê ketin nava liv û tevgerê

Li Rûsyayê ciwanên Kurd êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li hember Efrînê protesto kirin.

Li navçeya Platinovski ya Krasnodar a Federasyona Rûsyayê Tevgera Ciwanên Kurd daxuyaniyek dane çapemeniyê. Ciwanan bi daxuyaniyê êrîşên Dewleta Tirk ên li hember Efrînê şermezar kirin.

Daxuyanî li pêşiya Navenda Çanda Kurd hate dayin hat û ciwanan bang li hemû ciwanên Kurd ên li Rûsyayê kirin ku ji bo Efrînê têkevin nava hewldanan.

Ciwanê bi navê Tamasê Telman daxuyanî da. Temasê Telman komploya navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku ew weke ciwanên li Rûsyayê piştgiriyê didin berxwedana Efrînê.