Li Roma û Lîmasolê qetlîama Şengalê hate protestokirin

Li paytexta Îtalya Roma û bajarê Lîmasol ê Qibrisê qetlîama Şengal a bi destê çeteyên DAIŞ’ê hate kirin hate protestokirin.

Li paytexta Îtalya Romayê bi tevlîbûna Kurdistan û dostên wan qetlîama Şengal li Pîazza Venezîa hate protestokirin.

Di axaftinên çalakiyê de hate kirin, hate gotin ku qetlîam li ber çavê her kesê pêk hat û çavê xwe lê girtin.

Çalakî bi dirûşmên ‘Şehîd namirin’ ve bi dawî bû.

LÎMASOL

Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê jî Qetlîama Şengalê hate protestkirin.

Çalakiya ku bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Di axaftinên çalakiyê de hate kirin, hate gotin ku tenê qirkirin li bajarekî kevên ê Kurdistanê Şengalê nehatiye kirin.

Piştî axaftinan û şûnde sînevziyonek hate nîşandan.