Li Osloyê Sefaretxaneya Rojavayê Kurdistanê tê vekirin
Li paytexta Norwec Osloyê Sefaretxaneya Rojavayê Kurdistanê ya ji bo 2 rojan hate vekirin.
Li paytexta Norwec Osloyê Sefaretxaneya Rojavayê Kurdistanê ya ji bo 2 rojan hate vekirin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava, piştî nûnertiyên li Slêmanî, Moskow, Berlîn, Parîs, Stockholm û Den Haagê vê carê jî dor anî paytexta Norweç Osloyê ku cudahiyek gelek girîng heye. Li Osloyê ne nûnertî, lê sefaretxaneya demî ya Rojava di bin banê şaredariya Osloyê de ji bo 2 rojan hate vekirin.
Ji bo vê wê li salona Şaredariya bajarê Osloyê bi navê Sefareta Cîhana Nû de 26 û 27'ê Mijdarê panel bên organîzekirin û Hevserokên PYD'ê Asya Abdûllah û Salîh Muslîm, Nûnera Rêveberiya xweser a derveyî welat Sînem Mûhamed, Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl, Nunerê Asuriyan Besam Îshak û nûnerekî gelê Ereb wê weke qiseker beşdar bibin. Panela ewil saet 13.00’an bi axaftina Seroka Şaredariya Osloyê Marianne Borgen destpê kir. Di heman demê de wê gelek nûnerên gelên bê dewlet û pispor jî di panelan de baxivin.
Hejayî gotinê ye ku şaredariya Osloyê, saziya hunermendên cîhanê û saziya hunermendên Norwecê malovaniya çalakiyên vekirina sefaretxaneyê dikin.