Li navenda leşkergehê êşkence li leşkerê Mêrdînî kirin

Hasan Duduk ê li Tekirdagê leşkerî dikir, ji aliyê leşkerên bi paye ve hate êşkencekirin, li ser bedena wî cixare vemirandin. Duduk ê ji ber êşkenceyê fîrar kir, derûniya wî têk çûye.

Hasan Duduk ê ji Mêrdînê gava li Fermandariya Zirxî ya 3'yan a Çerkezkoy a Tekirdagê leşkerî kerî dikir, leşkerên payebilind lêxistine û cixare di canê wî de tefandine. Duduk ku di 1'ê Tîrmeha 2020'an de çûye leşkeriyê, bi hinceta ku di 10' Mijdarê de tevî karê paqijiyê nebûye, Çawîşê Pispor R.K. lêxistiye. Ji ber vê stû û milê Duduk reş bûye. Duduk, piştî vê di 13'ê Mijdarê de firar dike û 8 saet şûnde cardin vedigere fermandariyê. Lê piştî ku ev muameleyên nebaş û gefxwarin didomin, Duduk di 25'ê Mijdarê de cardin firar dike û berê xwe dide Mêrdînê. Duduk, giliyê leşkerên lêxistine kir. 

Duduk, ji Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) re axivî û diyar kir ku gava li leşkeriyê bûye tahdeya derûnî û fizîkî lê hatiye kirin. Duduk, bilêv kir ku bi hinceta ku tevlî kar û barê paqijiyê nebûye Çawîşê Pispor R.K. cixare li ser destê wî tefandiye. 

Duduk anî ziman ku ji bo rapora derbkirinê wergire û ji bo sewqî nexweşxaneyê bê kirin çûye revîrê, lê belê çawîşê ku tahde lê kiriye bijîşk qaneh kiriye ku wî neşîne nexweşxaneyê. Duduk diyar kir ku lê belê çendî ku rapora sewqê wergirtiye jî fermandarê wî nehiştiye biçe nexweşxaneyê, lê belê bi awayekî rêyek dîtiye û çûye Nexweşxaneya Dewletê ya Çerkezkoyê û rapor wergirtiye. 

Duduk destnîşan kir ku piştî vê bûyerê bi hinceta ku ‘di dema nobedê de nelirêtî kiriye’ di derbarê wî de zabitnameyek hatiye çêkirin û piştî rapor wergirtiye, feramndarê wî gef lê xwariye û jê re gotiye: "Heger tu gilî bikî, wê leşkeriya te dirêj bikim. Ez cezayê herî giran bidim te. Hema tu şaşiyekê bikî ez ê derbarê te de zabitnameyê çêbikim." 

Duduk diyar kir ku paşê hew îdare kiriye û firar kiriye, lê belê 8 saet şûnde cardin vegeriyaye fermandariyê û vê carê jî wî birine cem dozgeriya leşkeriyê û li wir îfade daye. Duduk anî ziman ku ji ber ku di parêziya xwe ya nivîskî de nivîsandiye ku leşkerên payebilind lêxistine, parêziya wî ya nivîskî hatiye qetandin, lê belê bi devkî her tişt ji dozger re gotiye. Duduk, bilêv kir ku ji ber ku li îfadeya xwe nequlibiye, vê carê serçawîşekî din lê xistiye û ji ber vê lêdanê nenûkeke nigê wî şikiyaye. 

Duduk daxuyakirin ku gava li leşekeriyê bûye du leşkeran hewl daye întixar bike û got: "Li fermandariyê her tim bûyerên xwekuştinê û firarê diqewimîn. Ji ber tahdeya fermandaran. Muameleyên pir xirab dikirin. Tim heqaret dikirin, mirovan biçûk dixistin." 

Duduk anî ziman ku piştî tahdeya lê dihat kirin dewam kiriye, gava ji leşkeriya wî re 26 roj mabûn, di 25'ê Mijdarê de cardin firar kiriye û berê xwe daye Mêrdînê. 

Duduk, bilêv kir ku ji ber tiştên lê hatine kirin derûniya wî xera bûye û tedawî bûye. Duduk, destnîşan kir ku sê platîn di lingê wî de hene, lê cardin wî birine leşkeriyê.

Duduk, anî ziman ku ji ber ku hîn jî gef lê tên xwarin û tahde lê tê kirin bi şev nikare rakeve û ji ber ku ewleyiya wî tune ye, wê neçe leşkeriyê. Duduk, destnîşan kir ku ji tiştên hatine serê wî jiyan lê herimiye û got: "Min mehkûmî mirineke sivîl kirine."