Li Meschedeyê panêla 'Îslam û Jin’
Li bajarê Elmanya Meschedeyê ji aliyê Civaka Îslamî ya Kurdistanê ve panêla 'Îslam û Jin' hat lidar xistin.
Li bajarê Elmanya Meschedeyê ji aliyê Civaka Îslamî ya Kurdistanê ve panêla 'Îslam û Jin' hat lidar xistin.
Panela şûraya Jinan a Cîvaka Îslamî ya Kurdistanê ya bi navê 'Îslam û Jin' didome.
Şûraya Jinan piştî bajarên Elmanyayê Berlîn û Wuppertalê duh li Mizgefta Şêx Seîd a bajarê Meschedeyê bi panela bi navê 'Îslam û Jin' dewam kir. Parlamentera berê ya HDP'ê ya Sêrtê, Endama Rêverberiya Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) Hatîce Kocaman û Berdevka Şûraya Jinan a Civaka Îslamî ya Kurdistanê Hatîce Turhanlli jî beşdarî panelê bûn.
50 jin tevlî panelê bûn û li ser mijara 'Di nava Îslamê de cih û têkoşîna jinê' nîqaş hatin kirin.