Li Mersînê 2 Kurd hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk li Mersînê avêtin ser malan û 2 Kurd destgîr kirin.
Polîsên Tirk li Mersînê avêtin ser malan û 2 Kurd destgîr kirin.
Polîsên Tirk li Mersînê serê sibehê avêtin ser malan.
Di serdegirtinan de Demhat Gokalp û Ozgur Sûngûr hatin destgîrkirin.
Di serdegirtina malan de her wiha telefonên kesên din ên li malan hatin desteserkirin.
Gokalp û Sûngûr bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin destgîrkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Mersînê.
Tê gotin, hejmara kesên destgîrkirî dibe ku zêde bibe.