Li Mêrdînê qirkirina siyasî : Gelek kes hatin destgîrkirin

Polîsên Tirk li Qoser û Şemrexê operasyonên qirkirina siyasî kirin û gelek kes destgîr kirin.

Polîsên Tirk li Qoser û Şemrexê operasyonên qirkirina siyasî kirin û gelek kes destgîr kirin. Vê sibehê polîsan girtin ser gelek malan. Di serdegirtinan de Mele Fahrî Dogan, Dayika Aştiyê Xewlet Oncu, hunermenda NÇM’ê Kûdret Ûçûk, Abdullay Ayav, Hamît Gungor ê bi KHK’ê hatibû ji kar hatibû avêtin, Endamê HDP’yî yê Meclîsa Şaredariya Şemrexê Fadil Karçî jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.

Di serdegirtinê de polîsan alavên malê belav kirin û derî şikandin. Kesên hatine destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr a Mêrdînê.