Li bajarê rojavayê Fransa, Lorient panela bi mijara Kurdistan hat lidarxistin. Di panela ji aliyê însiyatîfa Liberter Alternatîf hat lidarxistin endamên însiyatîfê, Kurdistanî û rêveberên Komeleya Elewiyan a Morbihan amade bûn.
ANF
LORIENT
şemî, 13 pûşperê 2015, 08:39
Li bajarê rojavayê Fransa, Lorient panela bi mijara Kurdistan hat lidarxistin. Di panela ji aliyê însiyatîfa Liberter Alternatîf hat lidarxistin endamên însiyatîfê, Kurdistanî û rêveberên Komeleya Elewiyan a Morbihan amade bûn.
Panela Cem Akbalik wek axaftvan beşdar bû, li salona Cite Allenda saet 18:30'î bi fîlmê, ''Ez Kurd im'' destpê kir. Piştî axaftina Cem Akbalik beşa pirs û bersivan destpê kir.
Cem Akbalik têkildarî dîroka têkoşîna dîroka Kurdistan a heta roja me ya îro axivî. Akbalik diyar kir ku gelê Kurd li hember polîtîkayên înkarê yên bi salan timî li ber xwe daye, îro gelê li Rojava û Şengalê li hember çeteyên DAIŞ’ê, şerê mirovatiyê dide Kurd in û eger ev berxwedana gelê Kurd tinebûya wê çeteyên DAIŞ’ê li Rojhilata Navîn hê zêdetir çeper girtibana.
Serokê Komeleya Elewiyan a Morbihan Muslim Demîrkopru jî diyar kir ku zîhniyeta sala 1993’yan li Sewasê di Otela Madimakê de 34 can bi saxî şewitand mîna hatiye xelatkirin, gelek kes di astên jor ên dewletê de cih digirin. Demîrkopru behsa girîngiya yekîtiya li hember zaliman kir.
Paşê beşa pirs-bersivan destpê kir. Panel heta 23.30’ê êvarî dewam kir.