Li Iraqê serhildana gel didome

Li Iraqê li dijî gendeliyan serhildana gel didome, li Bexdayê ku hê hikûmeta nû jî ava nebûye û ji bo çareseriya pirsgirêkê qels dimîne.

2003’yan piştî hilweşîna rejîma dîktatorî ya Seddam Hisên li gel ku bi sedan milyar dolar hatin terxankirin jî li Iraqê bi milyona kes ji xizmeta dewletê sûd wernagire. Li dijî nebûna xizmeta dewletê helwesta herî mezin li başûre welêt, li herêma zengîn a petrolê Basrayê û bajarên başûr xwe nîşan da. Li Bexdayê li hin kolanan çalakiyên blokajê hatin kirin û hate gotin li bajarên weke Muhtana jî wê çalakiyên wiha bibin.

Hilbijartina ku Gulanê hatîn kirin û ji ber sedema gelek bêşêwaziyan hê hijmara wê jî nehatiye kirin, hê jî neavabûna hikûmetê jî helweta gel tundtir dike.

Ev nêzî 2 mehan e li Besra, Necef û bajarên dî yên Başûr çalakî didomin û çalakiyan xwe gihandibû paytext Bexdayê jî. Xwepêşandêr dixwazin navê kesên ku tevî nav gendeliya bi milyoran dolar bûne werin eşkerkirin û li dijî gendeliyê têkoşîneke dijwar were kirin.

HIKÛMET WÊ KESÊN KU TEVLÎ GENDELIYÊ BÛNE EŞKERE BIKE

Hikûmeta bi Serokwezîrtiya Haydar Ebadî bi ragihandina ku ew ê navê 73 kesê ku tevlî karê gendeliyê bûne eşkere bikin armanc kiribûn ku çalakiyan rawestînin. Tê payin ku ev soz were bicihanîn.

Li Iraqê li gel dewlemendiya petrolê jî dahata bi rengê xizmetê li gel venagere û ev dibe bertek. Ji dema hilweşanîna dîktatoriya Sedam ve tê texmînkirin ku ji bo hilberandina elektrîkê 40 milyar dolar hatiye veqetandin lê hê jî li bajarên başûr elektrîk qut dibin.

HIKÛMETA NÛ AVA BIBE JÎ DIBE KU PIRSGIRÊK ÇARESER NEBIN

Tê zanîn ji hêla bertîl û gendeliye ve qerneya Iraqê ne baş e. Di lîsteya têkoşîna dijî gendeliyê de di nav  173 welatan de Iraq di rêza 165’an de ye.

Ji bo ku krîz çareser bibe avabûna hikûmeta nû ji hêla her kesî ve weke gaveke girîng tê dîtin. Lê li gel rêveberiya xirab a  4 salan a Haydar Ebadî jî, ku di hilbijartinê de bi ser nekte, îhtîmal e ku Ebadî bi hin formulên tifaqê Muqteda  es Sadr li der bihêle. Ev jî wê krîza heyî girantir bike.