Li Iraqê di nava du rojan de 110 kes mirin

Li Iraqê di nava du rojan de 110 kes mirin

Li Iraqê di nava du rojan de 80 kes li Kerkûkê di encama pevçûnên di navbera dijberên hikumetê û artêşê de, bigiştî 110 kes di bûyerên tundî de jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî nûçeya ku AFP’ê palpiştî rayedarekî Iraqî kirî, li tevahiya welat di nava du rojên dawî yên bûyerên tundî de 110 kesan jiyana xwe ji dest da.

Ji vana 80’ê kesan di encama pevçûnên li bajarokê Hewîce yê Kerkûkê di navbera xwepêşandan û artêşa Iraqê de jiyana xwe ji dest da. Dîsan jî 136 kes di encama pevçûnên navbera hêzên ewlekarî û xwepêşandanan de, bigiştî 187 kes birîndar bûn.

Li gorî bîlançoya nû pevçûnên ku roja Sêşemê li Hewîce bi êrîşkirina ser xwepêşandan destpêkir, 53 kesan jiyana xwe jidest da, girêdayî vê bûyerê di rêze çalakiyên misîlemeyê de 27 kes mirin.

Di misîlemeyên girêdayî bûyera Hewîcê yên îro de 9 hêzên ewlekariyê û 3 çalakvan hatin kuştin, di êrişekî din ya girêdana wê bi bûyerên Kerkûkê tuneyî de jî 3 kesan jiyana xwe ji dest da.

Ji meha Kanûnê û vir ve li herêmên piraniya wan Sunî ne li dijî hikumetê xwepêşandanan dikin. Çalakvan dixwazin Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî îstîfa bike û dawî li polîtîkayên marjînalkirina olî berde.