Li ÎGDAŞ'ê, rexnekirina AKP'ê bû sedema avêtina ji kar
Li Tirkiyeyê, ku bi îdîaya 'heqareta li Serokkomar' bi dehan kes hatin darizandin û girtin, rexnekirina hikûmeta AKP'ê bi rêya medya civakî jî bû sedema derxistina ji kar.
Li Tirkiyeyê, ku bi îdîaya 'heqareta li Serokkomar' bi dehan kes hatin darizandin û girtin, rexnekirina hikûmeta AKP'ê bi rêya medya civakî jî bû sedema derxistina ji kar.
Li Tirkiyeyê, ku bi îdîaya 'heqareta li Serokkomar' bi dehan kes hatin darizandin û girtin, rexnekirina hikûmeta AKP'ê bi rêya medya civakî jî bû sedema derxistina ji kar. 4 karkerên kargeha Îstanbûl Gaz Dagitim Sanayî ve Tîcaret Aş (ÎGDAŞ), ji ber ku di ser Facebook û Twîtterê polîtîkayên AKP'ê rexne kirin, ji kar hatin avêtin. Yek ji van karkeran Hasan Îlerî ji ANF'ê re axivî.
Hasan Îlerî ev 26 sal in weke teknîsyenê kadroyî lı ÎGDAŞ'ê dixebitî. Endamê Tez-Îş Şaxê 3. a ser bi Turk-Îşê Îlerî, li gelek beşên ÎDGAŞ'ê yên li Stenbolê kar kir û herî dawî li Ataşehîrê şefê şaxê ÎGDAŞ'ê bû.
'26 SALAN XEBITÎ Û BÊYÎ DAYÎNA TAZMÎNATÊ JI KAR HAT AVÊTIN'
Îlerî di sibeha 19'ê Sibata 2016'an de pê hesiya ku ew sewqî desteya dîsîplînê hatiye kirin û got, "Ji ber ku li cihê kar ti pirsgirêk derneketibû, min ewilî got, 'şaşîtî çêbûye'. Piştre ji desteya dîsîplînê bang li min hat kirin. Dema min ji desteya dîsîplînê pirsî, çima bang li min kiriye? Seroka Desteya Dîsîplînê Hîlal Karasoy ji min re got 'heqareta li serokkomar'. Û weke belgeyên vê jî rabû parvekirinên min ên Facebook û Twîtterê yên navbera salên 2013-2015'an ên li ser tifaqa navbera Dogû Perînçek û AKP'ê, Berkîn Elvan ê di berxwedana Gezî de jiyana xwe ji dest da, 301 karkerên madenê yên li Somayê hatin qetilirin û parvekirinên min ên li ser Melîh Gokçek nîşan da. Min jê re got; dema min ev parve kirin kir, Tayyîp Erdogan hînê Serokkomar nebû, ji xwe navê wî jî di van parvekirinan de derbas nabe, ev parvekirin cihê kar eleqedar nake, eleqeya xwe bi jiyana min a taybet heye. Min jê re got; li cihê kar min heqaret li kesî nekiriye, min gef li kesî nexwariye û min jê xwest, ku desteya dîsîplînê bi awayekî nivîskî ji min re ragihîne ku bi çi min sûcdar dike."
Îlerî anî ziman, ku bersiv ji vê daxwaza wî ya ewraqeke nivîskî nehatiye dayîn û ji bo parastina xwe bike careke din di meha Adarê de desteya dîsîplînê bang li wî kiriye. Îlerî da zanîn ku vê carê jî Alîkarê Midûrê Giştî yê ÎGDAŞ'ê Onûr Încehaan jê re gotiye, parvekirinên wî xebatkaran aciz dike û got, "Min jî jê pirsî, 'gelo kê aciz dike?'. Wî jî got, 'min aciz dike'. Dema min jê re got, 'tu nûnerê AKP'ê ye?', hingî bêdeng bû."
SENDÎKA XWEDÎ LÊ DERNEKET
Bêyî daxuyaniyeke nivîskî bide Desteya Dîsîplînê ya Bilind di 28'ê Adara 2016'an de peymana kar a Îlerî betal kir û bêyî tazmînata qidemê bide wî, dawî li karê wî anî. Îlerî diyar kir, li hemberî vê bêhiqûqî û derxistina ji kar a kêfî, sendîka xwedî lê derneketiye û niha amadekariyê dike ku biryarê bibe ber destê dadgehê.