Li her bajarekî Îtalyayê çalakî hate lidarxistin

Kurd û dostên wan ên Îtalyayî li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dagirker daketin qadan.

Li gelek bajarên Îtalyayê, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

Çalakgeran bal kişandin ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê û xwestin, girtiyên siyasî yên dîl hatine girtin bên berdan.

Çalakiyên li bajarên Alessandria, Bologna, Bolzano, Campobasso, Firenze, Îvrea, Livorno, Milano, Nuaro, Palermo, Parma, Regusa, Roma, Catania, Riace, Napoli, Bari, Volantinaato'yê bi beşdariya bi sedan Kurdistanî û Îtalyayî pêk hat.

'BERXWEDAN Û YEKÎTIYA NETEWEYÎ ŞERT E'

Yilmaz Orkan li mîtînga li paytexta Îtalya Romayê axivî û got, "Dewleta Tirk bi amûrên şer ên dawî bombeyan li gelê Kurd dibarîne, jin û zarokên Kurd qetil dike. Erdogan dixwaze her tiştên bi navê Kurd û Kurdistanê tune bike." Orkan destnîşan kir ku yekane rêya li pêşiya gelê Kurd berxwedan û yekîtiya neteweyî ye.

Di çalakiyan de wêneyên sê jinên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, KCK/YPJ/YPJ'ê hatin hildan."