Li Helebê girtiyên siyasî rastî îşkenceyê tên
Li Helebê girtiyên siyasî rastî îşkenceyê tên
Li Helebê girtiyên siyasî rastî îşkenceyê tên
Piştî serhildana 12ê Adara 2004’an, zext û çewsandinên rejîma Baas li ser gelê Kurd zêde bûn. Bi sedan Kurd hatin girtin, di zindana Helebê ya navendî de (Misilmiyê) heta niha ji 50 girtiyên siyasî zêdetir tên girtin. Girtî bi navê zagonên awarte û bê ku werin darizandin di zindanan hatine girtin, herwiha rastî gelek işkenceyên fîzîkî û derûnî tên.
Li rexmî ku serokê dewletê Sûriyeyê BrBeşar Esed çend car qanûnên efûyê derxistine jî lê hêj ev girtî ne hatine berdan, berevajî vê zext û îşkenceyên rojane li ser girtiyan zêde dibin.
Di derbarê vê mijarê de yek ji rêvebirên Saziya Malbatên Girtiya Bedran Mihemed li Helebê diyar kir ku, rewşa girtiyên zindana Helebê pir xerabe û got: " Ji ber pevçûnên di navbera artêşa rejîmê û Artêşa Azad malbatên girtiyan nikarin serdana zaokên xwe bikin, ji xwe rejîma Baas serdan û têkilyên bi telefonan jî qedexe kirine, xwarin li wir pir buhaye, her wiha fermandarên zindanê gelek zext û zordariyê li girtiyan dikin."
Mihemed destnîşan kir ku, rejîma Baas piştî berxwdana Kurdan a li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye zext li dijî girtiyan zêde kiriye û ev tişt got: " Dadgeh hatine rawestandin û yên ku cezayên wan bi dawî bûne nayên berdan. Bi hovîtiyeke mezin rû bi rûne, hemû şêweyên işkencê li ser girtiyan tê bikaranîn".
Mehemed da zanîn ku, girtiyên kurd rastî gefên girtiyên edlî û îslamî tên û wiha dom kir: "Li aliyekê din girtiyên Kurd rastî gefên komên îsalmî (selefî), bazirganê narkotîkê û girtiyên Edlî jî tên. Her wiha j ber ku şuştin û paqijî di zindanê de tuneye bi nexweşiyare rû birû ne.’’
Mihemed bal kişand ku hin ji girtiyên Kurd widane û agahî ji wan qutbûne û wiha dom kir: "Hin girtî bi salan wendane û kes tiştekî ser wan nizanin, Mîna Endama Partiya Yekîtiya Demuqratîk (PYD) Nazliye Keçel."
Mihemed bi navê malbatên girtiyan li Helebê banga serbest berdana girtiyan kir .
Beriya çend rojan serokê dewleta Sûriyeyê Beşar Esed efûya giştî ji bo girtiyan da, lê girtiyên siyasî tu sûd jê wernegirtin.