Li Hannover û Essenê mîtîng û semînera li ser şîdeta jinê

Li Hannoverê, ji bo Kader Kadandir a li bajarê Hamelnê ji aliyê hevserê xwe yê berê ve bi kêrê hat birîndarkirin û piştre li pişt wesayîtê hat girêdan û bi erdê re hat kaşkirin, niha di komayê de ye, mîtîngek hate lidarxistin.

Mîtîng li ser banga Şaredarê Hamelnê Claûdîo Grîese hate lidarxistin û tevî bi sedan Elmanî, gelek Kurdistanî û nûnerên saziyên Kurdan jî tevlî bûn.

Mîtîng ji aliyê girîngtirîn qenalên televîzyonê yên Elman ZDF, ARD û NDR ve bi rengekî zindî hate weşandin. gelek radyo û rojnameyên xwecihî û neteweyî jî li qada mîtîngê bûn. Di çalakiyê de mesaj hatin dayîn û daxwaz hat kirin, ku bûyerên bi vî rengî yên li derveyî mirovahiyê careke din neqewimin.

Bûyer di êvara 20'ê Mijdarê de qewimî bû û di nava raya giştî ya Elman de rê li ber nerazîbûneke mezin vekiribû.

Li aliyê din, saziyên jinên kurd ji bo vê zîhniyeta hovane mehkûm bikin, wê di 28'ê Mijdarê de li bajarê Hamelnê meşeke mezin lidar bixin.

SEMÎNERA LI ESSENÊ

Şîdeta li jinê, li bajarê Essen ê Elmanyayê bi semînerekê hate şermezarkirin.

Semîner ji aliyê Meclîsa Jinê ya Bêrîvan Şengal a Essenê ve hate organîze kirin. Semîner piştî deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Semîner di salvegera şehadeta gerîlaya YJA Starê Bêrîvan Şengal de pêk hat û di şexsê Şengal de hemû şehîdên Kurdistanê hatin bîranîn.

Di semînerê de bal hat kişandin ser zilm û hovîtiya li jinên Şengalî tê kirin û hat destnîşankirin, hê jî li gelek qadên jiyanê şîdet li jinê tê kirin.

Beşdarên semînerê, hovîtiya li jina Kurd Kader Kadandir a li Elmanyayê bibîr xistin û hovîtiya lê hat kirin, şermezar kirin.

Qisekeran gotin, ya divê jin bike, meşa li ser rêya Zîlan, Bêrîtan û Bêrîvanan e û diyar kirin, hovîtî bi vî rengî dikare ji holê were rakirin.

Semîner bi qîrîna dirûşma "Jin Jiyan Azadî" qediya.