Li gundê Zêvkanê yê Geverê terora leşkeran: Herî kêm 6 kes hatine destgîrkirin

Ev nêzî 10 saetan e ku leşkerên Tirk dora gundê Zêvkanê yê Gevera Colemêrgê girtine û li gund terorê dikin. Hate diyarkirin herî kêm 6 kes hatine destgîrkirin.

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker vê sibehê dora gundê Zêvka yê Gever a Colemêrgê girt. Her wiha leşkeran bi ser hinek malan de girtin û ji heman malbatê 6 kes destgîr kirin. Kesên hatine destgîrkirin birin Fermandariya Jendirmeyan a Navçeyê. Hat zanîn ku biryara bisînorkirinê li ser dosyayê heye û qedexeya hevdîtinê ya 24 saetan bo parêzeran danîne. 

Dorpêça li ser gund ev 10 saet in berdewam e. Hat zanîn ku leşker ji şêniyên gund re dibêjin; “Heta fermaneke din em ê li vê derê bin. Bo me astengiyan dernexînin.”

Her wiha şêniyên gund destnîşan kirin ku dewletê gelek leşker û kepçe şandiye gund.