Li Girtîgeha Tekîrdagê 7 girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir
Li Girtîgeha Tekîrdagê 7 girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir
Li Girtîgeha Tekîrdagê 7 girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir
7 girtiyên li 2. Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê bi armanca şermezarkirina pêkanînên rêveberiya girtîgehê yên xirab û îşkenceyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger kirin.
Hinek girtiyên ji doza PKK'ê yên li 2. Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê li hemberî pêkanînên keyfî û muamleyên xirab ên demek dirêjin li girtîgehê berdewam dikin dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û doveneger kirin. Li gorî agahiyên ji parêzeran hatin girtin Kenan Avci, Abdulkadîr Yilmaz, Cemal Akin, Abdullah Şîmşek, Mehmet Zahîr Saritaş, Ferdî Çîçek û Yusuf Aldemîr di 25'ê adarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger kirin.
Rêveberên TUAD'ê jî diyar kirin ku, 10 rojin avê nadin girtiyan û dê di 29'ê adarê de biçin girtîgehê û lêkolîna bikin.
Li 2. Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê girtiyên ji doza MLKP'ê li hemberî sînorkirina 10 pirtûkan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn.