Li girtîgeha Sîncanê cezayê ‘govendê’ li jinên girtî hate birîn

Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi hinceta ku govend gerandine, cezayê ragihandinê ya mehekê li Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksû û 3 jinên girtî re hate birîn.

Hevşaredara Qereyaziya Erziromê Melîke Goksû ya ku piştî ku peywira wê hatibû desteserkirin û hatibû girtin şandibûn Girtîgeha Jinan a Sîncanê. Goksu di 6’ê Îlonê de bi malbata xwe re bi telefonê axivî.

Goksu diyar kir ku mehek berê ji ber ku wê û sê hevalên wê yên di odeyekê de dimînin strane û govend gerandine, cezayê dîsîplînê li wan hatiye birîn. Goksu diyar kir ku cezayê ragihandinê yê mehekê li wan hatiye birîn.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û 10 jinên girtî yên di Girtîgeha Jinan a Xarpêtê de bi hinceta ku stranên bi Kurdî strane, di dawiya meha Tebaxê de cezayê qedexekirina ragihandin û ziyaretvanan li wan hatibû birîn.