Li  Gavle û Lînzê Kurdistanî ji bo Şengalê li qadan bûn

Li bajarê Gavle yê Swêd û Lînzê yê Avûstûryayê Kurdistanî û dostên wan komkujiya çeteyên DAIŞ’ê ya 3’ê Tebaxa 2014’an li Şengalê, protesto kirin.

Çalakiyên protestoyê yên ji bo salvegera komkujiya Şengalê li Ewropa didomin. Li bajarê Gavle yê Swêd û  Lînzê yê Avûstûryayê Kurdistaniyan komkujî protesto kirin.

GAVLE

Li Qada Stortorge ya Gavleyê komkujiya çeteyên DAIŞ’ê ya 3’ê Tebaxa 2014’an li Şengalê bi çalakiyekê hate protesto kirin.

Çalakî seat 14:00’an de dest pê kir, di çalakiyê de pankarta ‘Ji komkujiyan re çavê xwe negrin’ , ‘Komkujiyên sivîlan rawestînin’ hate rakirin û dirûşmeyên şermezarkrina çeteyên DAIŞ’ê hatin berzkirin.

Piştre ji bo bîranîna şehîdên şoreşê û kesên li Şengalê jiyana xwe ji dest dane  deqîqeyek rêz hate girtin. Daxuyaniya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ji aliyê Endama Meclîsa Şaredariya Partiya Mûhafazakar Makbûle Çolak ve hate xwendin.

Endama Meclîsa Şaredariya Partiya Çep Jin Akgul Haco axivî û bal kişand li ser jinên Êzidî yên hê jî di destê çeteyên DAIŞ’ê de. Endamê NCDK ê Gavle Abdûllah Kaya jî axivî.

LÎNZ

Li bajarê Lînzê yê Avûstûryayê salvegera komkujiya Şengalê hate protesto kirin. Çalakî seat 19:00’an li Haûptplatzê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Di mîtîngê de alaya PKK’ê hate hildan û polîsan alayên ku di destê 2 zarokan de jê stand û zarok giriyandin.

Di çalakiyê de jinan lîstokek ku qala zilma çeteyên DAIŞ’ê ya li jin û zarokên Êzidî kirîn hate nîşan dan. Jinan ebayên reş li xwe kirin û komkujiyên hişmendiya DAIŞ’ê ya li dijî jinana şermezar kir. Jinan piştre ebayên reş avêtin û çalakî bidawî kirin.