Li Ewropayê pîrozbahiyên Newrozê didomin

Li bajarên Parîs û Nantes ên Fransayê, li bajarê Lîmasol ê Qibrisê û li bajarê Alghero yê Sardenyayê Newroz hate pîrozkirin.

Newroz li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê bi hezaran kesî ve hate pîrozkirin.

Pîrozbahiya Newrozê li navenda sporê ya Nelson Mandela ya li banliyoya Sarcellesê pêk hat û tevî Kurdistaniyan gelek dostên wan jî tevlî bûn.

Di şexsê Ûgûr Şakar, Zulkuf Gezen û Ayten Beçet de yên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya fedayî kirin, deqeyekê rêz hate nîşandan.

Agirê Newrozê yê îsal ji aliyê dayika Ûmût Yalçin ê ku piştî pîrozbahiya Newrozê ya 2015'an di qezaya trenê de jiyana xwe ji dest da û malbatên şehîdan ve hate vêxistin.

Hevserokê Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê Vedat Bîngol û aktîvîsta Tevgera Jinên Kurd li Fransayê Leyla Şoreşger di destpêka pîrozbahiyê de axivîn. Qisekeran çalakgerên greva birçîbûnê bi rêzdarî silavkirin.

Parlamenterê Fransayî François Pipponi, ji Partiya Komunîst a Fransayê Pascal Torre, Hevseroka Komeleya Fransa-Kurdistanê Sylvie Jan, nûnerên FEDA, HDK-Ewropa û Platforma Jiyanê ya li dijî Tecrîdê ya Fransayê li qada pîrozbahiyê axivîn û Newroz pîroz kirin.

Koma Govendê ya bi navê Dîlana Rojarya jî bi wêneyên berxwedêrên greva birçîbûnê derket ser dikê.

Hozan Dîno, HOzan Kawa, Zimanbaz-Tarî, Bineş Roj, Koma Zelal, Şero Bete û Koma Zarokan hunera xwe pêşkêş kirin.

NANTES

Newroz li bajarê Nantes ê Fransayê bi coş hate pîrozkirin.

Kurdistanî bi vê armancê tevî dostên xwe li salona Salle Festive Nantes Nord a Şaredariya Nantesê li hev civiyan û Newroz pîroz kirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê siyasetmedarê Kurd Kemal Aktaş axivî û Ûgûr Şakar, Zulkuf Gezen, Ayten Beçet ên çalakiya fedayî kirin û şehîdên Newrozê hemû bi bîr anî.

Di çalakiyê de nameya Ûgûr Şakar jî hate xwendin.

Li dû axaftinan koroya zarokan a komeleya Zînê ya Rennesê, hunermendê NÇM'ê Arhat, Narînxan, Ergîn Xelîkan, Alî Îhsan Dogan û hunermendên xwecihî derketin ser dikê.

LIMASSOL

Newroz li bajarê Limassol ê Qibrisê ji aliyê bi sedan kesî ve hate pîrozkirin.

Koroya Koma Çanda Theofilos, hunermend Îsmaîl Eker û Bengîn Efrînî tevlî pîrozbahiyê bûn.

Piştî ku agirê Newrozê hate dadan, berxwedêrên greva birçîbûnê hatin silavkirin û hate ragihandin ku wê berxwedana wan geş bikin.

Di pîrozbahiyê de govend hate gerandin û dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî berxwedana Leylayê", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.

Bengîn Efrînî di pîrozbahiyê de axivî û diyar kir, dema yekîtiyê hatiye.

ALGHERO

Newroz li bajarê Alghero yê girava Sardenya ya Îtalyayê jî hate pîrozkirin.

Kurdistanî û dostên wan ên Îtalyayî tevlî pîrozbahiyê bûn. Erdol Aydemîr ê ku 3 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye beşdarî pîrozbahiyê bû.