Li Ewropayê çalakiyên ji bo Efrînê dewam dikin

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê li gelek bajarên Ewropayê hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de bal hate kişandin ser sivîlên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine kuştin.

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê li gelek bajarên Ewropayê hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de bal hate kişandin ser sivîlên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine kuştin.

DARMSTADT: Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê Kurdistanî li meydana Lûîsenplatzê li hev civiyan û berxwedana serdemê ya li Efrînê silav kirin. Kurdistaniyan gotin, heta êrîşên li ser Efrînê biqedin wê li qadan bin û ji ber komkujiyên dike, dewleta Tirk şermezar kirin.

STÛTTGART: Bi pêşengiya Platforma "Êdî Bes e" ya Stûttgartê ji 20'ê Çileyê ve li Schlossplatz a bajarê Stûttgartê konê agahdarkirinê hatiye vedan. Di çalakiyê de li ser berxwedana Efrînê û komkujiyên ku bi destê dewleta Tirk ve tên kirin, agahî ji Elmanan re tê dayin.

BASEL: Li bajarê Baselê yê Swîsreyê, mîna her sal karnavala Fasnachtê hate lidarxistin. Lê belê vê carê protestoya Efrînê mohra xwe li karnavalê xist. Di karnavalê de bal hate kişandin ser komkujiyên ku dewleta Tirk li Efrînê dike û bêdengiya hêzên NATO û Ewropayê hate şermezarkirin. Di festîvalê de ji bo agahdarkirinê belavok li Elmanan hatin belavkirin.