Li Ewropayê çalakiyên 'dest nede vîna min'

Rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê, ku bi hevkariya AKP, CHP û MHP'ê hat kirin, li bajarên Elmanya Nurnberg û Dusseldorfê û li bajarê Fransa Rennesê bi çalakiyan hat şermezarkirin.

Rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê, ku bi hevkariya AKP, CHP û MHP'ê hat kirin, li bajarên Elmanya Nurnberg û Dusseldorfê û li bajarê Fransa Rennesê bi çalakiyan hat şermezarkirin.

NURNBERG

Li bajarê Elmanya Nurnbergê, rêxistinên li pêşiya Lorezkîrche li hev civiyan, li dijî rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Çalakî ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û Forûma Aştiyê ve hat organîzekirin û nûnerên gelek saziyên Elman mafê axaftinê wergirtin.

Piştî pêkhateyên Forûma Aştiyê, li ser navê saziyên pêkhateyên Yekîtiya Hêzê Berdevka Mala Gel a Medya Dîlan Gungordu axivî û got, "Erdogan ê pêvajoya aştiyê qedand, şer û komkujî weke çareserî danî pêşiya xwe. Niha jî hewl dide wekîlên bi vîna me hatine hilbijartin, bigire û bixe zîndanê. Em destdana li HDP'ê, ku vîna demokrasî û aştiyê ya li Rojhilata Navîn e qebûl nakin û şermezar dikin. Yekîtiya Ewropa jî ji bo sîstema serokatiyê ya Erdogan dibe amûrek. Divê Yekîtiya Ewropa derhal ji vê şaşîtiya xwe vegere û destekê bide Pêvajoya Aştiyê." Çalakî piştî vê daxuyaniyê qediya.

DUSSELDORF

Li pêşiya Stasyona Trenê ya Navendî ya Dusseldorfê, Kurdistanî û dostên wan saet di 18:00 de li hev civiyan û ji bo parlamenterên HDP'ê yên bi darbeya 20'ê Adarê destnedana wan hat rakirin gotin 'hûn bi tenê nînin.'

Çalakî bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurdistanê-Elmanya (YJK-E) û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Dusseldorfê hat lidarxistin û Komeleya Elewiyan a Dusseldorfê, Partiya Marksîst, Lenînîst Komunîst a Elmanya (MKPD), Plafroma Jinên Rûken û derdorên şoreşger û demokratîk destek dan.

Di çalakiyê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Kujerê Zarokan Erdogan", "Kujerê Jinan Erdogan", "Merkel fînanse dike, Erdogan bombe dike", "HDP ne bi tenê ye" ên bi zimanê Elmanî hatin qîrîn. Di çalakiyê de gelek belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin.

RENNES

Li bajarê Fransa Rennesê jî bi pêşengiya Ciwanên Azad û CDK meşek hat lidarxistin û rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê hat şermezarkirin. Çalakiya ku Partiya Komunîst a Fransayê jî beşdar bû, saet di 19:00 de li Place du Colombîerê destpê kir û li Plance de la Maîrîe qediya. Di çalakiyê de li ser polîtîkayên şer ên AKP/Qesrê belavokek hat xwendin. Ciwanan her wiha Nûnertiya Rojava ya li Parîsê hat vekirin, silav kirin.

Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî HDP" û "Faşîst Erdogan" dawî li çalakiya xwe anîn.

...