Li Ewropa çalakiyên ji bo Şengalê

Êrîşên qirker ên çeteyên DAIŞ’ê yê 3’yê Tebaxa 2014’an a li Şengalê li Ewropayê bi çalakiyên girseyî hatin protestokirin. Her wiha di çalakiyan de kesên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn.

Kurdistanî û dostên wan ên li Fransa, Elmanya, Swêd, Swîsre, Danîmarka û Holandayê hatin ba salvegera êrîşên qirker ên li dijî civaka Êzidî ya li Şengalê protestokirin.

DUSSELDORF

Bi boneya qetlîama 3’yê Tebaxa 2014’an a li Şengalê li ser civaka Êzidî hate kirin li bajarê Dusseldorf ê Elmanyaê bîranînek hate lidarxistin.  Di çalakiya bi sirûda ‘Azadiya jinên Şengalê, azadiya mirovahiyê ye’ hate kirin de însyatîfa jinan a bajar, Navenda Civak Kurd a Demokratîk a Dusseldor û komînan destek kirin.

Çalakî saet 18:00’an bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir û di çalakiyê de hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç axivî û got: “Hemû gelê me ji bo vê qirkirinê şermezar bike li her devera cîhanê di nava çalakiyan de ne. Heta di qada navneteweyî de statûya Şengalê bê nasîn wê têkoşîna me bidome.”

HÎLDESHEÎM

Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê jî ji bo salvegera qetlîama Şengalê çalakiyên protestoyê hatin kirin. Çalakiya ku Partiya Çep a Elman û ciwanên Antîfa piştgirî kir, bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Di çalakiyê de bi Elmanî û Kurdî axaftin hate kiri û çalakî bi dirûşman ve bi dawî bû.

HESSEN

Li bajarekî din ê Elmanya Hessenê jî mîtîngek hate lidarxistin. Mîtînga ku ji aliiyê Meclîsa Jinan a Şengalê ya Şehîd Bêrîvan ve hate lidarxistin, bi Kurdî, Elmanî û Îngilîzî axaftin hatin kirin.

Mîtîng bi dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ ve bi dawî bû.

KOPENHAG

Li payetxta Danîmarka Kopenhagê jî çalakiyek ji bo qetlîama Êzidiyan a li Şengalê hate kirin. Çalakî li vegeriya mîtîngê û  li ser navê Meclîsa Jinan a Sêvê Anne Dalûme axivî. Dalûme diyar kir ku di sedsala 21’an de li ber çavê hemû cîhanê jin li sûkan hatin firotin û her kesê li hemberî vê bêden man hevkarên sûc in.

Mîtîng bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ ve bi dawî bû.

BERN

 Li bajarê Bern ê Swîsreyê bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Mizgîn çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de alên PKK, TJK-E û YBŞ û YJŞ’ê hatin hildan. Di çalakiyê de belavok hatin xwendin. Di çalakiyê de li ser navê Meclîsa Dîaspora ya Şengalê Bedirxan Kahmaman û Hevberdevka HDK-E’yê jî Demîr Çelîk axivîn.

BASEL

Li bajarê Basel ê Swîsreyê jî di salvegera Qetlîama Şengalê de meşek ya protestoyê hate kirin. Meşa ku ji aliyê Meclîsa Jinan a Ronahî ve hate kirin, kesên di qetlîama şengalê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bîranîn.

ZURÎH

Yek ji bajarên din ê Swîsreyê Zurîhê jî çalakiyên protestoyê hebû. Mîtînga ku ji aliyê Meclîsa Jinan a Bêrîtan ve hate kirin li Qada Rathaûsbruckeyê hate kirin. Piştî deqeyek rêzgirtin û şûnde li ser navê Meclîsa Jinan a Ronahî belavokek hate xwendin.

VIYANA

Li paytext Viyana ya Avûstûryayê jî Kurdisanî û dostên wan di 4’emîn salvegera Qetlîama Şengalê de mîtîngek lidarxistin.

Çalakiya li Stephansplatz a Viyanayê hate kirin, ji bo şehîdên Şengalê deqeyek rêz hate girtin. Di çalakiya bi Elmanî û Îngilîzî axaftin hate kirin de, gelek belavok hatin belavkirin.

ÎNNSBÛRCK

Li bajarê Înssbûrck ê girêdayî eyaleta Tîrol a Avûstûryayê jî Kurdan Qetlîama Şengalê protestokirin. Bîranîna ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Înssbûrckê ve hate lidarxistin, li Museûm Strasseyê pêk anî. Di çalakiya wêneyên qûrbaniyên qetlîamê hatin hildan de gelek belavok hatin belavkirin.

MONTPELLÎER

Li bajarê Montpellîer a Fransayê jî qetlîama Şengalê hate protestokirin.

Mîtînga ku ji aliyê Meclîsa  Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Montpellîer ve saet 18:00’an li Qada Comedîe yê bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir.

Belavoka têkildarî qetlîama Şengalê hate amadekirin bi zimanê Fransî hate belavkirin û di axaftinên hatî kirin de qetlîama Şengalê hate protestokirin.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê jî Qetlîama Şengalê hate protestokirin.

Li Qada Repûblîqe li ser banga Tevgera Jinên Kurd ên Fransayê (TJK-F) çalakiyek hate kirin û CDK-F, ACTÎT, HDK-F, Partiya Komunîst a Fransa, Nûnerên Komeleya Kurdistaniyên Fransa û Kurdistanî tevlî çalakiyê bûn.

Çalakî bi deqeyek rêzgiritinê ve destpê kir. Her wiha pankarta “Azadiya Jinên Şengalê, Azadiya Mirovahiyê ye’ hate vekirin.

Di çalakiyê de qetlîama li ser civaka Êzidî hate kirin hate şermezarkirin. Nûnera Partiya Komunîst a Fransa Fabîan Le Vevre got: “Em Qetlîama Şengal a sûcê mirovahiyê ye şermezar dikin. Em ê heta dawî li gel Kurdan cih bigirin û piştevanî bikin.”

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlaya yê Farnasyê jî di pêşengtiya Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan de qetlîama Şengalê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Mîtîng saet 18:00’an bi deqeyek rêzgirtinê ve li Vîeûx Portê destpê kir.  Mîtîng bi belavkirina belavokan ve bi dawî bû.

DEN HAAG

Li bajarê Den Haag ê Hollanayê jî salvegera qetlîama Şengalê bi çalakiyekê hate protestokirin. Girseya ku li pêşiya Parlemetoya Hollandayê hatin ba hev wêneyên kesên di qetlîama Şengalê de jiyana xwe ji dest dabûn, dîsa alên YPG, YPJ, TJK-E û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.

Di çalakiyê de bi zimanê Hollandî û Îngilîzî daxuyanî hatin dayîn. Çalakî bi dirûşm û tilîliyan bi dawî bû.

SOTCKHOLM

Li patexta Swêd Stockholmê jî salvegera qetlîama Şengal a 3’yê Tebaxa 2014’an bi çalakiyekê hate protestokirin.

Çalakiya ku ji bo balê bikişîne ser zilm û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li qadê hatin kirin bala welatiyên derdor ên Swêdî kêşa.

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd Ayşe Goktepe axivî û bal kişand ser qetlîama çeteyên DAIŞ’ê ya li Şengalê ku bi desteka dewleta Tirk hate kirin û bibîr xist ku di roja me ya îro de jî dewleta Tirk zext, zilm û qetlîmama li ser Êzidiyan dike.

Koktepe bibîr xist ku hê jî li Şengal, Efrîn û gelek deverên din ên Kurdistanê êrîşên dewleta Tirk didomin û daxwaz kir ku divê statûya herêma Şengal, qetlîama Şengalê weke qirkirin bê pejirandin û ji bo jin û keçên di destê çeteyên DAIŞ’ê de bên rizgarkirin divê her kes bikeve nava hewldanan.

Çalakî bi dirûşmên şemezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk ve bi dawî bû.

LÎEGE

Li bajarê Lîege ê Belçîkayê jî qetlîama Şengal hate protestokirin. Di çalakiya li navenda bajar belavok hate belavkirin de pankartên ku qetlîamê şermezar dikin hatin vekirin.

Li dêreke ya li navenda Lîegeyê ji bo kesên di qetîamê de jiyana xwe ji dest dabûn saet 18:00’an zeng lê da. Yek ji nûnerên Dêrê yê tevlî çalakiyê bû qetlîam şermezar kir.