Li Erzîromê yekî hewl da dest biavêje zarokekî

Li navçeya Narmanê ya Erzîromê kesekî bi navê E.K. hewl da dest biavêje zarokekî. Piştî mirovên li derdorê pê hesiyan, êrişkar reviya û zarok jî hat rizgarkirin. Şêniyên herêmê ber bi midûriyeta emniyetê ve meşiya ku êrişkar lê destgîrkirî bû.

Li navçeya Narmanê ya Erzîromê kesekî bi navê E.K. hewl da dest biavêje zarokekî. Piştî mirovên li derdorê pê hesiyan, êrişkar reviya û zarok jî hat rizgarkirin. Şêniyên herêmê ber bi midûriyeta emniyetê ve meşiya ku êrişkar lê destgîrkirî bû û nerazîbûna xwe nîşan da.

Polîs û jendermeyan êrişkar ji avahiya emniyetê derxistin. Hingî xelkê li herêmê bi ser êrişkar ve çû. Polîs, leşker û şêniyên navçeyê bi hev ketin.

Êrişkar şandin Erzîromê.