Li Ermenistan û Yewnanistanê bîranîna Şengalê

Li paytext Erîvan a Ermenistan û paytexta Yewnanistan Atînayê kesên ku di qetlîama 3’yê Tebaxa 2014’an ku li Şengalê jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn.

Li paytexta Ermenistan Erîvanê li pêşiya Bîrdariya Şengalê bîranînek ji bo kesên di êrîşa DAIŞ’ê de li Şengalê şehîd bibûn hate lidarxistin. Di merasîmê de Egîdê Fero, ji Parlementoya Ermenistanê Rostem Mihoyan, Serokê Şêwira Gelê Kurd di heman demê de parlementerê Ermenistan Kinyas Hesenov, endamên Komîteya Kurdistan û endamên Meclîsa Êzidiyên Şengalê Silo Dirboyan, Endama Komîteya Jinan a Ermenistanê Lîanna Hemoyan û Hevserokê Civaka Kurda Esengê Afîf Azmanî, Nûnerê Rêveberiya Xweser a Rojava ya Federesyona Rûsya Reşad Bênav, li gel nûnerên Asûriyan di heman demê de parlemeterê Ermenistan Mîxayel Arsen û parlemeterê berê yê Ermenistanê Aragaç Axoyan axivîn.

Di axaftinan de şehîdên Fermana 73’an hatin bibîranîn û hate gotin ku ev qirkirin bi destê çeteyên DAIŞ’ê hatiye kirin.

‘JI BO EM ÊŞÊN XWE PARVE BIKIN LI VIR HATINE BA HEV’

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Rojava ya Federesyona Rûsya Reşad Bênav ev tişt got: “Ji bo em êşên xwe parve bikin em li vir hatine ba hev. Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê di serî de li Kobanê, piştre li hemû Rojava û herî dawî jî li Şengalê pêk hatin. Hêzên YPG û YPJ’ê ji bo welatiyên xwe spartîn Çiyayê Şengalê rizgar bikin korîdorekî mirovî di navbera Rojava û Başûr de vekirin û bi sed hezaran Êzidî ji qirkirinê rizgar kirin. Heta dawî em ê li dijî êrîşên hov ên li ser gelê xwe têkoşîna xwe bidomînin.”

ATÎNA

Li paytexta Yewnaistan Atînayê jî ji bo şehîdên Şengalê merasîmek hate lidarxistin. Bîranîna ku li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya Atînayê hate kirin, bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên Şengalê û hemû Kurdistanê hate girtin û berxwedêrên Şengalê hatin silavkirin.

Di axaftinên li ser navê Navenda Çanda Kurdistanê hatin kirin de, qetlîama Şengalê ya şerma herî mezin a mirovahiyê ya sed sala 21’ê ye.

 Di axaftinan de bal kişand ser wê yekê ku ji bo carekî din qetlîam rû nedin divê NY’yê qirkirina li ser Şengalê weke qirkirin binase û statûya xweser a Şengalê bipejirîne.

Piştî qîrkirina dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ û şûnde dosyaya ku ji bo nasandin statûya şengalê ku hatibû amadekirin radestî NY’yê hate kirin. Bîranîna ku têde belavok hate belavkirin bi dirûşman bi dawî bû.