Li Erdişê terora dewletê: 20 kes hatin girtin
Li navçeya Erdîşê ya Wanê di operasyona qirkirina siyasî de, ku sere heftiyê hatibû kirin û 40 kes hatibû destgîrkirin, ji van 20 jê hatin girtin.
Li navçeya Erdîşê ya Wanê di operasyona qirkirina siyasî de, ku sere heftiyê hatibû kirin û 40 kes hatibû destgîrkirin, ji van 20 jê hatin girtin.
Li Erdişê beriya 4 rojan polîsan bi ser gelek navnîşanan de girtibûn û bi îdîaya ‘alîkarîdayina rêxistinê’ 40 kes hatibûn destgîrkirin. Li ser dawîbûna dema destgîrtinê ya 3 rojan şevê din 36 kes sewqî dadgehê hatin kirin.
Îfadeya 36 kesan ji aliyê dadgerê nobedar ve hate girtin, 20 kes hatin girtin û 16 kesên din bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Karê îfadeya her 4 kesên din didome.