Li Enqereyê operasyona qirkirina siyasî: 10 kes hatin binçavkirin
Li Enqereyê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de di sergirtina malan de herî kêm 10 kes hatine binçavkirin.
Li Enqereyê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de di sergirtina malan de herî kêm 10 kes hatine binçavkirin.
Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de ya ku ji aliyê Serdozgeriya Enqereyê ve pêk hatin, danê sibehê polêsan bi ser gelek malan de girt. Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Enqereyê û endama Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Semra Demîr jî di nav de herî kêm 10 kes hatine binçavkirin.
Kesên hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Ewlekariyê ya Enqereyê.