Li Enqereyê çalakiya ji bo Roboskî

Komkujiya Roboskî 97 meh li pey xwe hişt. Bi vê wesîleyê li Enqereyê çalakiyek pêk hat. Çalakgeran nerazîbûn nîşanî hikumetê dan ku komkujî bi bêcezakirinê hatiye xelatkirin.

Hewldana 'Ji Bo Roboskî Edalet' di meha 97’emîn a Komkujiya Roboskî de daxuyanî da. Daxuyanî li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hat dayîn û rêvebera Navenda Giştî ya ÎHD’ê Nuray Çevîrmen daxuyanî xwend.

Çevîrmen diyar kir ku ji bo gelek komkujiyên li Tirkiyê pêk hatin edalet nehatiye pêkanîn û got: "Komkujiya Roboskî bi bêcezakirinê hatiye xelatkirin. Helbet ên mirî wê paş de neyên. Lê heke darizandin bihatana kirin û berpirsiyaran derxistina pêşberî darazê û bihatana cezakirin, wê baweriya malbatên Roboskî û aliyên li edaletê digerin winda nebûya. Heta edalet neyê Roboskî wê neyê Tirkiyê jî. Em ê mafê xwe yê îtîrazê bênavber bikar bînin."