Li Enqerê 1 jê rojnamevan 19 kes hatin destgîrkirin

Kedkarên ku li Enqereyê krîza aborî şermezar û banga îstîfayê li hikumetê kirin rastê êrişa polîsan hatin. Yek ji wan nûçegihana Jinnews bi giştî 19 kes hatin destgîrkirin.

Çalakiya protestoyî li ser banga Hêzên Ked û Demokrasiyê li ber Şaredariya Çankayayê hat lidarxistin.

Polîsan ku ji aliyekê ve rê nedan rojnamevan nêzî qada çalakiyê bibin, ji aliyên din ve êriş birin ser 6 kesên ku li rawestgeha otobusê ya EGO’yê û ew destgîrkirin.

6 kesên ku polîsan dixwest bi zorê ew siwarê wesayîtê bikin dirûşmeya “Hikumet îstîfa bike” berzkirin.

Polîsan hin çalakvan ser dev li erdê dirêj kirin û şîdet bikaranîn. Jina bi navê Songul Dogan a ku bombeya gazê li çavê wê ket li ser hişê xwe çû. Kesek din ku destgîrkirina çalakvanan protesto dikir ji aliyê polîsan ve hat êşkencekirin û hat destgîrkirin.

Her wiha polîsan destê nûçegihana Jinnews a li Enqerê Oznûr Deger jî ku bertek nîşanî astengkirina rojnamevanan ya ji aliyê polîsan da,  ji pişt ve kelepçekirin, li ser wê şîdet bikaranîn û dest danîn ser wênekêşa wê.

Di êrişa duyem a polîsan de çalakvanên ku ji rawestgeha otobusê ya EGO’yê xwestin biçin şaredariyê kirin armanc. Li wir kesekê bi nexweşiya bêhntengiyê ji ber bombeya gazê li ser hişê xwe çû, ew rakirin nexweşxanê.

Di dema çalakiyê de 17 kes bi êşkenceyê hatin destgîrkirin. Nehat ragihandin bê ka ew birin kûderê.

Navê hin ji wan kesên hatine destgîrkirin wiha ne: “Denîz Gundogdû, Songul Dogan, Zarîfe Çamalan, Vedat Karahan, Huseyîn Gokoglu, Mûstafa Feroglû, Hasan Akman û rojnamevan Oznûr Deger.”

Ji aliyê din ve jî xwendevanên kovara Karala yên ji bo ku tevlê çalakiyê bibin ji buroyên xwe derketin Şamîl Parlak û Sureyya Bey jî li cadeya Konûr 2 hatin destgîrkirin.