Kurdistaniyên li bajarê Duîsburg ê Elmanyayê dijîn dema bihîstin ciwanê Kurd Mehmet Çetînkaya jiyana xwe ji dest daye hejiyan. Polîsê Elman têkildarî bûyerê întîxar e yan tiştekî din e lêpirsînê didomîne.
Kemal Çetînkaya birayê Mehmet Çetînkaya got: “Me berî niha bi du salan birayê min ji ber pençeşêrê winda kir. hema piştî wê bi salekê bavê me jiyana xwe ji dest da. Van mirinên li pey hev em hejandin. Lê dîsa jî me texmîn nedikir tiştekî wiha wê pêk bê. Em wek cêwiyan bûn. Ez niha wer hîs dikim ku nîvê min çûye. Di rastiyê de hemû tişt bi derketina Ewropayê re destpê kir.”
Malbata Çetînkaya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kolnê taziyeyan qebûl dike. Tê payîn ku Mehmet Çetînkaya roja Sêşemê li Goristana Deutzer Friedhof a Kolnê li rex gora bav û birayê were veşartin.
