Li Duîsburg serketina HDP'ê hat pîrozkirin

Serketina HDP’ê ya hilbijartinê li bajarê Duîsburg ê Elmanyayê bi şahiyekê hat pîrozkirin.

Serketina HDP’ê ya hilbijartinê li bajarê Duîsburg ê Elmanyayê bi şahiyekê hat pîrozkirin.

Piştî xebatên hevpar ên hilbijartinê ku di pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û bi pêkhateyên weke Însiyatîfa Kurecîk, Komeleya Darica, ATÎF, DÎDF, AGÎF û ADHF hatin meşandin serketina HDP’ê bi şahiyekê hat pîrozkirin.

Nêzî 500 Kurdistanî û Tirkiyeyî tevlî mîhrîcana saet 13:00’an hat destpêkirin bûn. Axxaftina vekirinê ji aliyê yek ji endamê Komîsyona Hilbijartinê ya HDP’ê ya Duîsburg Nuh Yildirim ve hat kirin. Yildirim diyar kir ku wê pêşketina HDP’ê û têkçûna AKP’ê bidome. Yildirim pêkhateyên di xebatên hilbijartinê de cih girtin spas kir.

Di axaftina li ser navê Koordînasyona Partî û Rêxistinên Şoreşger a Navneteweyî (ICOR) de jî hat diyarkirin wê meha Tîrmehê bi armanca piştevaniya bi Kobanê re 7 TIR’en kelûpelên mirovî wê bişînın. Her wiha hat ragihandin ku wê li Kobanê navendeke tenduristiyê jî bê vekirin û di heman demê de meha pêşiya me komeke ji 160 kesî wê biçe Kobanê.

Nûnerê MLPD’ê jî anî ziman ku gelan di 7’ê Hezîranê de şeqamek li dîktatoriya Erdogan dane û HDP’ê serketina xwe dewam kiriye. MLPD’ê bang li gelên cîhanê kir ku bi Kobanê re bikevin nav piştevaniyê.

Di pîrozbahiyê de koroya zarokan a Duîsburg û komên cuda yên muzîkê derketin ser dikê. Govend hat gerandin. Qada şahiyê bi alên HDP’ê hat xemilandin û dirûşmên, “Bijî HDP”, “Bijî Biratiya Gelan” hatin gotin.

...