Li Dîlokê cezakirina siyasetmedaran hate şermezarkirin

Li Dîlokê cezayê 339 sal û 7 meh a girtîgehê yê li 62 endam û rêveberên HDP, DBP, SYKP û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê hatiye birîn, hat protesto kirin.

2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Dîlokê bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” li 62 endam û rêveberên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP), Meclîsa Dayikên Aştiyê û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 339 sal û 7 meh cezayê girtîgehê birî û ev ceza ji hêla Dadgeha Îstînafê ve hate erêkirin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Dîlokê jî li pêşiya Edliyeya Dîlokê daxuyanî da û erêkirina cezayê siyasetmedaran protesto kir.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dîlokê jî piştgirî da daxuyaniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Heq, hiqûq, edalet, zext nikarin me têk bibin” hate hilgirtin. 

Hevserokê DEM Partiyê yê Dîlokê Mehmet Satan di daxuyaniyê de got ku darizandinên li Tirkiyeyê ne hiqûqî, siyasî ne. 

Satan, dozên bi saîkên siyasî hatine lidarxistin bi bîr xist û wiha got: “Baweriya beşeke mezin a civakê bi edaletê nayê. Ji ber ku nav heye lê ew bi xwe tune ye.”

Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Yûsûf Kartal jî anî ziman ku hem helwesta dadgeha herêmî hem jî ya îstînafê nîşan dide ku biryarên di dozê de bi saîkên siyasî hatine dayîn. 

Daxuyanî bi dirûşmên “Zext nikarin me têk bibin” û “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû. 

Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê di 14’ê Tîrmeha 2020’an de lêpirsîn dabû destpêkirin û endam û rêveberên KCD, HDP, DBP, SYKP, Meclîsa Dayikên Aştiyê û ÎHD’ê jî di nav de 91 kes binçav kiribû. 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Dîlokê derheqê wan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” doz vekiribû û di 6’ê Çileya 2022’yan de biryar da. Dadgehê bi heman îdiayan 339 sal û 7 meh cezayê girtîgehê li 62 kesan birî. 

3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliye ya Herêmî ya Dîlokê jî tevahiya serlêdan red kir û biryara dadgeha herêmî erê kir. Parêzer wê li dijî biryarê serî li Dadgeha Bilind bidin.