Li Denîzli û Dêrsimê ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin

Di çalakiyên ku ji bo girtiyên nexweş li Dêrsim û Denîzliyê hatin lidarxistin de bal kişandin ser komkujiyên ku li girtîgehan tên kirin û banga xwedî derketinê hate kirin.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê têkîldarî zêdebûna mirinên li girtîgehan û zextên li ser girtiyan, li kolana Huner daxuyanî dan. Parlamenterê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlû û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de li ser navê platformê Serokê Partiya Kedê yê Dêrsimê Ergîn daxuyanî da. Tekîn anî ziman ku ji sala 2021’ê ve herî kêm 46 girtiyan li girîgehan jiyana xwe ji dest dane. Tekîn da zanîn ku girtiyê nexweş Îbrahîm Yildirim ê ji Dêrsimê çend roj berê li Girtîgeha Xarpêtê ji ber nehat berdan jiyana xwe ji dest da û piştre siyasetmedar Mehmet Candemîr jiyana xwe ji dest da û îro jî girtiyê neweş Bazo Yilmaz li girtîgehê jiyana xwe ji dest da.

Tekîn destnîşan kir ku li dijî girtiyên siyasî û şoreşger polîtîkaya cihêkariyê pêk tê û mînaka vê cihêkariyê di şexsê siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk de xwe radixe ber çavan û yên ku Tûglûk bernadin wê terkî mirinê kirine. Tekîn polîtîkaya Saziya Tiba Edlî (ATK) ku biryara berdana girtiyên nexweş nade rexne kir û xwest ATK’ê dawî li vê polîtîkaya xwe ya binpêkirina mafên jiyanê bîne. Tekîn destnîşan kir ku ji bo girtiyên nexweş li derve bên dermankirin xwest demildest bên berdan û divê astengiya li pêşiya girtiyên cezayên xwe qedandine bê rakirin û hemû bên berdan.

DENÎZLÎ

Songul Îlker ji bo balê bikişîne ser tenduristiya kurê xwe Ekîm Polat ê Girtîgeha Denîzlyê ya Tîpa T’yê tê ragirtin dest bi çalakiya rûniştinê kiribû. Çalakiya Îlker di roja 7’emîn de li ber Girtîgeha Denîzliyê dewam kir. Çalakiya greva birçbûnê ya Ekîm Polat ku ji bo mafê xwe ya dermankirinê dabû destpêkirin jî di roja 19’an de dewam kir.

Ekîm Polat girtiyê nexweş e û li Girtîgeha Denîzlyê ya Tîpa T’yê tê ragirtin. Polat ji bo dawî li astengkirina mafê tedawiya wî bê anîn dest bi greva birçîbûnê kiriye. Dayika Polat, Songul Îlker ji bo balê bikişîne ser rewşa kurê xwe 7 roj in li ber Girtîgeha Denîzliyê çalakiya rûniştinê li dar dixe. Îlker anî ziman ku çalakiya greva birçîbûnê ya kurê wê di roja 19’emîn de berdewam dike û xwest astengiyên li pêşiya tedawiya lawê wê bên rakirin û ji bo silametiya lawê wê jiyana xwe ji dest nede li ber xwe dide.