Li Danîmarkayê çalakiyên Rojên Rojava dest pê kirin
Li Danîmarkayê, çalakiyên ji bo Rojên Rojava dest pê kirin. Çalakî wê sê rojan dewam bikin.
Li Danîmarkayê, çalakiyên ji bo Rojên Rojava dest pê kirin. Çalakî wê sê rojan dewam bikin.
Rojên Rojava, ji aliyê Komîteya Rojava ve tê organîzekirin, ku ji ciwanan û aktîvîstên Danîmarkî pêk tê. Salona Verdens Kulturcenter a Kopenhagenê, ku wê malovaniyê ji Rojên Rojava re bike, bi rengên ji çanda Kurd hat xemilandin.
Rojên Rojava bi nîşandana pêşangeha bi navê "Dîroka şoreşa Rojava" dest pê kir. Aktîvîteya duyemîn a heman rojê jî, resepsiyona danasîna pirtûkên "Konfederalîzma demokratîk", "Li Kurdistanê şer û aştî", "û "Azadkirina jiyanê; şoreşa jinê" yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû, ku ev pirtûkên wî di encama xebateke bi mehan de ji aliyê komîteyona amadekar ve bi zimanê Danî ve hatin wergerandin.
Di dewama Rojên Rojava de bi însiyatîfa doktor û hemşîreyên Kurd ên li Danîmarkayê berhemên hunerî hatin firotin, ku wê bi hatineyên wê kelûmelên tibî jib o nexweşxaneyên li Rojava werin kirîn. Piştre stranbêj derketin ser dikê û xwarina ji mutbexa Kurdan hate nasandin.
Çalakiyên roja destpêkê bi nîşandana lîstiya 'Egîd' a koma şano ya bi navê Koma Şehîd Yekta, qediya.
Tevî Kurdên li Danîmarkayê dijîn, aktîvîst, siyasetmedar û şexsiyetên Danîmarkî jî eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyan dan.
Roja duyemîn Rojên Rojava wê bi semînera bi navê "Şoreşa jinê û demokasî" dest pê bike ku Dr. Martîna Bîançî wê vê semînerê pêşkêş bike.
Wekî din, bi organîzeya partiya Enhedslîstenê, wê panelek bê lidarxistin û Macer Gîlford ê Îngilîz ku weke şervanê YPG'ê li Rojava cih girt, weke qiseker beşdarî vê panelê bibe. Rojên Rojava wê bi workshopeke ji bo danasîna projeyên "Avakirina dibistana çandiniya ekolojîk li Rojava" were lidarxistin. Di dawiya rojê de wê fîlmê "Kobanê - Nû jîn" were nîşandan.
Di dawiya Rojên Rojava de, tê payîn ku bi beşdariya akademîsyen û rojnamevanên ji welatên cuda, paneleke bi mijara "Piştgiriya enternasyona ji bo Kobanê" û meşeke berfireh werin lidarxistin. Hunermendê Kurd Diyar Kalan, Grûp Eftelya û Fûat Kalay jî wê di dawiya Rojên Rojava de konserê bidin.