Li Çiyayê Revetê konê çareseriyê hat vedan
Li Çiyayê Revetê konê çareseriyê hat vedan
Li Çiyayê Revetê konê çareseriyê hat vedan
Rêxistina BDP’ê ya Êlihê û Hezo, komîsyona Hezo û 22 gundên Hezo bi armanca vekişîna gerîlayên HPG’ê ya li gundê Baqînê yê Hezoyê li quntara çiyayê Revetê bişopînin “Konê Çareseriya Demokratîk" vedan.
Rêxistina BDP’ê ya Êlihê û Hezo, komîsyona Hezo û 22 gundên Hezo bi armanca şopandina vekişîna gerîlayên HPG’ê, li quntara Çiyayê Revetê yê gundê Baqînê yê Hezoyê “Konê Çareseriya Demokratîk" vedan. Li quntarê çiya du konên mezin hatin vedan. Di saetên serê sibê de BDP’yî û welatiyên gundên derdorê herikîn qada çalekiyê. Di çalekiyê konvedanê de endamê Meclisa BDP Nezîr Gulcan, Hevserokên BDP’a Êlihê Serdar Atalay, Rahşan Çarboga, rêveberên BDP’ê yên bajêr, naçve û bajaroka Kaniyahenê, hilbijêrên BDP’ê, Însiyatîfa Dayikên Aşîtiyê, rêxistina ciwanan, tevkarên DOKH’ê û bi sedan welatiyên ji gundên Hezo yê hatin amade bûn. Li konan û derodara konan bi daran ve posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mazlum Dogan, Sakine Cansız, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Zeynep Kinacî (Zîlan), PKK’î û HPG’yên di pevçûnên cûda de jiyana xwe ji dest dane û alên PKK û KCK hatin daliqandin. Di vekirina konan de pankartên “Dest nede nasname, ziman, çand û dîroka min” û “Bi pêngava rizgariya demokratîk em meşa azadî û çareseriyê slav dikin” hatin daliqandin. Girseyê bê navber sloganên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “PKK gel e gel li vir e” û “Riya şehît riya me PKK partiya me” û “Ocalan” berz kirin.
Beriya daxuyaniyê di saeta nimêjê de welatiyan li bin kon nimêja nîvro kir. Welatiyan li gel sloganan starna jî vegotin. Li ser navê girseyê endamê Meclisa BDP Nezîr Gulcan daxuyaniya çapemeniyê da.
Gulcan, diyar kir ku bi manîfestoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza Amedê de pêvojoyê çareseriya demokratîk destpê kiriye û got bi pêvajoyê re barek mezin dikeve ser milê jin û dayika û got pêwîste bi serkeftinê ew yekîtî û biratiyê kurdan di vê pêvajoyê de saz bikin. Gulcan, bal kişand ser hêzên HPG’ê li heremê ku dest bi vekişînê kirine û wiha got: Meşa gerîlayan a çareseriya demokratîk ku di 8’ê Gulanê de destpê kiriye em slav dikin. Ji bo em vekîşan gerîlla bi şopînin em li vir in û me konê xwe veda ye. Ji bo em pêşiya provakosyonan bigirin em li vir in. Em bang li hikûmetê dikin gerîla vekişiyan, hûn jî gavên ber bi çav biavêjin. Piştî gerîla dest bi meşa xwe wan jî li Kurdîstanê dest bi avakirina qereqolan û zêdekirina pergala cerdevaniyê kir. Avakirina qereqolan û zêdekirina cerdevanan wateyeke din dide pêvajoyê û nakokiya derdixe holê. Bila li avakirina qereqolan û pergala cerdevaniyê dawî bînin.”
Gulcan, destnîşan kir ku pêwîste Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên zîndanan hemû serbest bên berdan û got hikûmet di vê mijarê de bila bil ez gavên erênî biavêje. Gulcan, bal kişand ser bendav û qetliyamên ku li ser xwezayê pêk tên û wiha axivî: “Em li qetliyamên xwezayê balkêş bin. Divê ku em li hember her qetliyama xwezayê û axa xwe bibin mertal. Em bendavan û qereqolan naxwazin. Bi van polîtîkayan dixwazin gelê me tune bikin. Em ziman û nasnameya xwe dixwazin. Gulcani, bi bîr xist ku ev pêvajo di pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatiye destpêkirin û wiha vegot: “Vê pêvajoyê ne dewlet û hikûmetê daye destpêkirin. Di vê mijarê de divê serê gelê me zelal be û hinek kes neyên serê gelê me şêlo nekin. Bila gelê mi di vê mijarê de rehet be û zelal be. Vê pêvajoyê Rêberê gelê kurd Brêz Abdullah Ocalan daye destpêkirin. Di vî warî de baweriya me û ewlehiya me bi gel û serokatiya me heye û bê dawî ne.”
Piştî daxuyaniyê gel slogan berz kir û li gel mûzîkê goven gerand.
Dê 3 roj li ser hev 22 gund pêvajoyê bişopînin
Di nobeta îro de li gel rêveberê BDP’a Êlihê, Hezo û Kaniyahenê nûnerên gundên Kaniyberê, Baqînê, Smaîlka, Zeynika, Dalik, Holê, Zîlan, Selîvê û Sûcê dê heta sibê saetên nîvro bi meşînin.
Sibê jî li gel BDP’yan nûnerên gundên Kenik, Şelmo, Melkîşa, Dêra, Baştirm û Zixûr dê ji kom îro dewr bigirin. Roja sêyemîn jî dê BDP’î û nûnerên gundên Hiskût, Eynhesar, Xedîr, Celdeka, Malêgir, Şabê û Eynçirkê dê dewr bigirin. Piştî nobeta 3 rojan dê çalekiya kon bi dawî bibe.