Li cihê ku baran û çem lê nîne leşkerên Tirk li ber lehiyê ketin!

Artêşa Tirk a dagirker ji bo ku kuştiyên xwe yên li Efrînê eşkere neke, dest bi rêbazên din kir. Artêşa Tirk  îdîa kir ku li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê 2 leşker li ber lehiyê çûne. Lê li Kaniya Xezalan ti besteke ku rabe tine.

Artêşa Tirk a dagirker ji bo ku kuştiyên xwe yên di êrîşên ser Efrînê dev veşêre dest bi rêbazên qirêj kir. Artêşa Tirk leşkerên ku li Efrînê hatine kuştin îdîa dike ku li deverên din, bi rengê din mirine.

Herî dawî hate gotin, "Li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê wesayita zirxî ya leşkerên ku diçû nobetê kete ber lehiyê û 2 leşker winda bûn."

Lê jêderkên herêmî dibêjin li Kaniya Xezalan ti bareke ku lehiyê bi xwe re bîne nehatiye û di rewşeke wiha besteke ku rabe li Kaniya Xezalan tine.

Gelek jêderkên li Efrînê dibêjin cenazeyên gelek leşkeran li qada şer mane.