Li çar bajaran çalakiyên “Deng bide azadiyê”

Li çar bajaran li ber girtîgehan çalakiyên “Deng bide azadiyê” hatin lidarxistin û banga rakirina tecrîda li Îmralyê hate kirin.

Li Edeneyê di pêşengtiya malbatên windakiriyan de bi tevlibûna rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî li ber Kampusa Girtîgeha Kurkçulerê di çarçoveya çalakiya “Deng bide azadiyê” de daxuyanî hate dayîn. Beriya daxuyaniyê polîsan hemû rêyên diçin girtîgehê ji trafîkê re girtin û xwestin girseyê asteng bikin. Li ser vê yekê girseyê 100 mîtro ji girtîgehê re mayî ji wesayîtên xwe peya bûn û çalakiya xwe pêk anîn. Girseya pankarta “Ji bo edaletê, em tecrîdê rakin, ji bo aştiya civakî deng bide azadiyê” vekir, her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Deng bide azadiyê” , “Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berzkirin. 

 Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr, qala tecrîda li Îmraliyê kir û anî ziman ku pedîviyeke ku tecrîd demildest were rakirin. Aydemîr, axaftina xwe wiha domand: “Pêkanîn zext, bêhiqûqî û antîdemokratîk ên li girtîgehan demildest bi dawî bikin. Tecrîda li ser Ocalan sûcê mirovahiyê ye. Şert û mercên çareseriyê yên bi rêbazên demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd biafirînin.”

Piştî axaftinan girseyê çalakiya rûniştinê pêk anî. 

AMED

Malbatên girtiyan di hefteya 4’êmîn a çalakiya “Deng bide azadiyê” de li ber Kampusa Girtîgeha Amedê hatin bahev. Hevserokên DBP’ê û DEM Partiyê yên Bajêr, aktîvîstên TJA’yê, endamên MEBYA-DER’ê, parlamenterên DEM Partiyê yên Amedê Ceylan Akça û Serhat Eren, Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan beşdar bûn. Di daxuyaniya hate dayîn de pankarta “Deng bide azadiyê” hate vekirin. Malbatên girtiyan pêşmalkên ku li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin, kumên li ser “Deng bide azadiyê” dinivîsî xistin serê xwe. Di dema çalakiyê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Heq, hiqûq, edalet” , “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” , “Em bêdeng nabin, natirsin û îtaet nakin” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” hatin berzkirin. Girseya ku hate dorpêçkirin demekî dirêj çalakiya rûniştinê kir. 

  Parlamenterê bajêr Serhat Eren ê li vir axivî, anî ziman ku çalakiya dikin, dirûşmeyên hatine berzkirin ne sûc in, sûcê esas tecrîda li Îmraliyê didome ye û got: “Em ê her roja duşemê li dijî tecrîdê li vir bin.”

ÊLIH

Li Êlihê malbatên girtiyan xwestin li ber Girtîgeha Tîpa T a Qûbînê bi daxwaza “Deng bide azadiyê” çalakiyê li dar bixin. TUHAY-DER, Rêxistinên DBP’ê û DEM Partiyê yên Bajêr, Dayikên Aştiyê, rêxistinên sivîl ên civakî û aktîvîstên TJA’yê beşdarî çalakiyê bûn. Li ser kesên di çalakiyê de cih digirtin pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” hatin nivîsandin. Pêşiya malbatên girtiyan berî bigihin girtîgehê kîlometreyekê bi hinceta biryara qedexeyê ya Walîtiya Êlihê ji aliyê polîsan ve hate girtin. 

Malbatên girtiyan ên guh nedan astengkirina polîsan çalakiya xwe domandin. Yek ji malbata girtiyan Sûltan Azboy a di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku heta ku ji zarokên xwe agahiyê wergirtin dê vê têkoşînê bidomînin. Azboy, wiha axivî: “Zarokên me di grevê de ne, em bi tu awayî ji wan agahiyê nagirin. Em nizanin ka dijîn an na. Dernakevin hevdîtinan û bi telefonê naaxivin.”

Azboy, got ku “Beriya du rojan girtiyekî liv ê girtîgehê krîza dil derbas kir” û xwest ku vê zilmê bi dawî bikin. 

Girseya pişt re çalakiya rûniştinê kir, bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” çalakî bi dawî kir. 

ÎZMÎR 

Li Îzmîrê malbatên girtiyan di çarçoveya çalakiya “Deng bide azadiyê” de li ber Girtîgeha Kiriklar hatin bahev. Di pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê rakin, ji bo aştiya civakî deng bide azadiyê” hate vekirin de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Heq hiqûq edalet” û “Ji tecrîdê re na, ji girtiyan re azadî” hatin berzkirin. 

Dayika 3 girtiyan Fatma Surme ya di çalakiyê de axivî, diyar kir ku li ser girtiyên siyasî tecrîdeke girankirî heye û vê yekê qebûl nakin. Surme, bi lêv kir ku heta tecrîd neyê rakirin dê têkoşîn berdewam bike û got: “Em weke dayikan nikarin li malên xwe rûnin. Em ê li pişt zarokên xwe bin. Di nava çar dîwaran de jî zarokan rehet bernadin. Ma ev mirovahî ye?”

Rêveberê DEM Partiyê yê Karabaglarê Cahît Gunay jî bal kişand ku li hemû girtîgehên Tirkiyeyê zexteke sîstematîk heye û wiha got: “Li edliyeyan li pişt dadgeran ‘Edalet bingeha milk e’ tê nivîsîn. Madem edalet bingeha milk e, çima nayê pêkanîn? Em dixwazin zext û tundiya li girtîgehan were bidawîkirin. Em vê zilmê, êşkenceyê û tecrîdê protesto dikin.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya hate kirin bi dawî bû.