Li Bremen pîrozbahiya HDP’ê
Li bajarê Bremen ê Elmanyayê serketina HDP’ê ya di hilbijartinan de hat pîrozkirin.
Li bajarê Bremen ê Elmanyayê serketina HDP’ê ya di hilbijartinan de hat pîrozkirin.
Li bajarê Bremen ê Elmanyayê serketina HDP’ê ya di hilbijartinan de hat pîrozkirin. Pîrozbahî bi pîknîkeke ji aliyê Bremen NAV-DEM, Bremen Hafen NAV-DEM, komunên li derdora Bremen, Mala Cem a Bremen, Federasyona Komeleyên Elewiyan, Bremen, nûnerê YEK-Bremen, Mizgefta Saîdê Kurdî ya Bremen hat organîzekirin.
Pêkhateyên HDP’ê, nûnerên PYD’ê, parlamenterê Eyaletê yê Partiya Çep Cîndî Tuncer û hin parlamenterên Partiya Çep, Hevserokê NAV-DEM’ê Yuksel Koç, Ape Herbijî, gelek dostên Kurdan û kesayetên Tirkiyeyî tevlî pîrozbahiyê bûn.
Di pîrozbahiya li qada pîknîkê destpêkê axaftin hatin kirin. Piştî axaftinan Koma Siyabend, Ozgur Comer, Koma Rengîn derketin ser dikê û beşdar coşandin.