Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Berlînê di 19’emîn salvegera qetilkirina Sema Alp, Mûstafa Kurt, Sînan Karakuş û Ahmet Acar de li ber Sefaretxaneya Îsraîl a li Berlînê çalakiya bibîranînê lidar xistin.
Kurdistaniyan li ber avahiya Sefaretxaneyê komkujî şermezar kirin, çelega reş danîn pêşiya avahiyê û wêneyên kesên hatine qetilkirin hilgirtin. Hevserokê NAV-DEM’ê yê Berlînê Yeko Ardîl axivî û wiha got; “Em ê ti caran Alp, Kurt, Karakuş û Acar ji bîr nekin. Ne 19 sal bi dehan sal derbas bibe wê her tim werin bibîranin. Îro deskeftiyên ku hatine bidestxistin bi saya şehîdan e û divê hemû kes vêya bizanibe.”