Ji bo bîranînan 35 helbestvan, hunermend û hozanên di 2’ê Tîrmeha sala 1993 an de li otela Madimakê hatibûn qetil kirin û ji bo şermezarkirina komkujiyê, îro li bajarê Elmanya Bergîsche Gladbachê mitîngek hat organîzekirin.
Di mitînga ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bergîsche Gladbach û Navenda Çand û Perwerdeyê ya Bergîsch Gladbachê ve hatî organîzekirin de, tevî germa nêzî 40 pileyê, beşdariyeke xurt a gel çêbû. Di mitîngê de komkujiyên li Sêwas, Çorûm û Kobanê rû dan hatin lanet kirin. Mitînga ku saet di 15:30’ê de destpê kir, du saetan dewam kir.
Gelek saziyan jî piştgirî dan mitîngê û ji bo carek din komkujî rû nedin bang li her kesî hat kirin ku bi ruhê Kobanê têkoşînê hevbeş bikin û bi hev re tevbigerin.
Di axaftinên li mitîngê de bal hat kişandina ser komkujiyên rû dane û hat gotin, "Wê rojê ew kesên ku êrîşî otela Madimakê kirin qaşo Misliman bûn û digotin ku em bi navê Xwedê li wir in. Lê di ti pirtûkan de Xweda nabêje mirovan bişewitînin, berevajiyê wê dibêje mirovan bidin jiyîn. Ev faşîstên ku di 2’ê Tîrmeha 1993’an de piştî nimêja Înê dest bi meşê kirin û Azîz Nesîn ji xwe re kirin hincet, ji bo vê provakasyonê bergek çêkirin. Ev zîhniyeta ku komkujiyan dike hemanê zîhniyeta ku îro li Rojava komkujiyan dike ye. Rêxistina terorê ya DAIŞ’ê jî qaşo bi navê Dewleta Îslamê mirovan qetil dike! Îro çawa hikûmeta AKP’ê li piştgiriya dide DAIŞ’ê mikur nayê, dewleta ku roja komkujiyê ser sûc hatî girtin jî ev yek înkar kiribû. Lê derket holê ku ew kesên faşîst û olperest ên wê rojê komkujî pêk anîn piraniya parêzerê wan îro û di rabirdû de bi navê AKP’ê ketine meclîsê. Hîna gelek ji wan di nava dewletê de xwedî erkên girîng in! Ev jî baş bi me dide zanîn ku kesên komkujî kirine û komkujî parastine kî ne. Em ê bedela wê çi be bila bibe komkujiya Sêwasê ji bîr nekin, nedine ji bîr kirin û wê bi tîpên reş li dîroka Tirkiyê were nivîsandin."
Piştî axaftinan helbest û stranên ji bo kesên ku li Sêwasê jiyana xwe ji dest dane re hatine nivîsandin hatin xwendin. Xuya dibû ku kesên ku tevlî mitîngê bûne kêliyên hestyar jiyan dikirin.
Mitîng piştî stranên Hozan Comerd bi dawî bû.