Li Bazîdê 5 siyasetmedarên Kurd hatin girtin

Ji 6 endamên TUHAYD-DER, KCD û HDP'ê yên li Bazîdê di operasyonên hemwext ên polîs û leşkeran de hatin binçavkirin, 5 jê hatin girtin.

Li navçeya Agirî Bazîdê pêr leşker û polîsan avêtin ser hin malên li gundan û navenda navçeyê û tevî endamên TUHAYD-DER, KCD Û HDP'ê 6 kes kiribûn binçavan.

6 welatiyên hatin binçavkirin, duh sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî kar û barên heta derengiya şevê dewam kirin, 6 kes ji bo girtinê radestî dadgeha nobedar hatin kirin. Mehmet Kiliç piştî îfadeya li dadgehê serbes hat berdan, lê belê Nûnerê TUHAYD-DER ê Bazîdê Mehmet Bozkûrt, delegeyê KCD'ê Ziya Ozbay, Hevserokê berê yê BDP'ê yê Navçeya Bazîrê Cemîl Rizagûllari, Îbrahîm Bobîlîk û Baran Çagli bi îdîaya "hewldana ji bo têkbirina sîstema destûra bingehînî", "meşandina propaganda rêxistinê" û "endametiya rêxistinê" hatin girtin. Her pênc welatî li Girtîgeha Tîpa M ya Agiriyê hatin bicihkirin.